CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin 2024-07-07 18:36:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî di rapora xwe de ragihand ku di şerê navbera Filistîn û Îsraîlê de herî kêm 108 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin.    Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ), raporek der barê şerê li Îsraîl û Filistînê de parve kir. CJP'ê di rapora xwe de ragihand ku ji şerê 7'ê Cotmeha 2023'yan ve li Filistîn û Îsraîlê berdewam dike heta niha herî kêm 108 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin. Di raporê de hat gotin ji sala 1992'yan vir ve heyama herî zêde ku rojnamevan têde hatine kuştin.