TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin 2024-07-11 13:49:43   NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-ÇAND Ewropayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand û got, “Roj roja berxwedanê ye. Roj roja ku her kes li cihê lê ye rabe ser piyan e.”   Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hatine destpêkirin berdewam dikin. Bertekên li dijî van êrişan jî didomin. TEV-ÇAND Ewropayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniya di ANF'ê cih digirt de wiha hate gotin, “Dewletên mêtinger û çeteyên hevkar-xayin careke din dixwazin li dijî têkoşîna azadiya Kurdistanê komployê pêk bînin. Bi vê armancê dewleta tirk a mêtinger; Dewleta Iraqê û xeta xayin a PDK-Barzanî da aliyê xwe û êrîşa herî berfireh a dagirkerî û tunekirinê ya dîrokê li dijî başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Ji bo temamkirina qirkirina kurdan hemû dewlemendiyên madî û manewî, xweza û civaka welêt bênavber talan dike. Bi bikaranîna çekên kîmyewî re, serî li her şêwe rê û rêbazên neqanûnî û neexlaqî dide û êrîşî nirxên azadiyê yên gelê kurd dike. Hewl dide Kurdistanê îlhaq bike. Li ser vê bingehê bi sûdgirtina ji hevkar-xayinên kurdan re, hewl dide bi destê rayedarên PDK’ê, rola nebaş a ku di dîrokê de li ser van koman lîstiyê careke din bi awayekî xerabtir pêk bîne. Ev hewldana îlhaqkirinê ya ku bi awayekî vekirî ji aliyê PDK’ê û dewleta Iraqê ve tê destekkirin û bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê û cerdevan tê de cih digirin, tu carî divê ji rêzê neyê destgirtin. Careke din dixwazin têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi komployê têk bibin û qirkirina gelê kurd û neteweya kurd pêk bînin.”   EM Ê BI HEV RE LI BER XWE BIDIN   Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin “Em bi awayekî zelal û vekirî vê dibêjin: Rayedarên PDK û malbata Mesûd Barzanî siyaseteke dijminane li dijî gelê Kurdistanê dimeşînin û berjewendiyên xwe yên malbatî yên teng û desthilatdariya xwe bi temamî ji dewleta tirk re vedihewînin. Hema hema her bihostek deşt, çiya, dar û berê başûrê Kurdistanê, ji dagirkeriya leşkerî ya dewleta tirk re hate vekirin. Weke kedkarên çand û hunerê yên kurd, em ê vê rewşê bi ti awayî qebûl nekin û bi hemû hêz û rêbazan em ê li dijî vê derkevin. Em ê xiyanet û komployan li her derê teşhîr bikin û berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li cem gelê xwe bin û li refên herî pêş bin.   Weke kedkarên çand û hunerê yên kurd em bang li gelê xwe, dostên gelê kurd, hemû sazî û hunermendên çand û hunerê yên li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê dikin: Em li dijî van êrîşên dagirkerî û tinekirinê yên dewleta tirk a mêtinger derkevin û nerazîbûnên xwe yên demokratîk raber bikin. Em li gel şervanên azadiyê û gelê xwe bin. Roj roja yekîtî û berxwedana li dijî êrîşên dagirkerî û tinekirinê ye. Roj ew roj e ku li her qada em lê ne li dijî dewletên mêtînger û çeteyên xayin ên ku mêtîngeriyê li welatê me dikin derkevin e. Roj roja misogerkirina yekîtiya me ya neteweyî û seferberiya azadiyê ye."