Rojnameger Zerdeşt: Pratîkên malbata Barzanî xiyanet jî derbas kirin 2024-07-12 10:57:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Takor Zerdeşt diyar kir ku dewleta tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê yên bi alîkariya PDK’ê didomîne û wiha got: “Pratîkên malbata Barzanî êdî xiyanet jî derbas kir. Heke helwesteke xurt neyê raberkirin dê ji bo her tiştekî dereng bimîne.”    Êrişên dewleta tirk ên li dijî Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Dewleta tirk starta êrişeke berfireh da destpêkirin. Dewleta tirk bi alîkariya PDK’ê noqteyên kontrolê danî çoltarê Amediyeyê û bênavber leşkeran sewqî herêmê dike. Pevçûnên li herêmê didomin û ji ber êrişan gelek gund hatin valakirin.    Rojnameger-nivîskar Takor Zerdeşt ku li Herêma Federe ya Kurdistanê dijî, da zanîn ku heman guherîna demografyayê ya li bajarê Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin li vê herêma êriş li ser didomin jî tê kirin. Zerdeşt, wiha domand: “Tiştên li Başûr diqewimin dişibin çîroka Efrînê. Çawa ku bi hezaran DAIŞ’î û dijminên mirovahiyê li Efrînê bi cih kirin, dixwazin heman tiştan li Başûr jî bikin.”      Rojnameger Takor Zerdeşt   'BARZANÎ PIŞTGIRIYÊ DIDIN’   Bi domdarî Zerdeşt anî ziman ku dewleta tirk bi dehan km’an ketiye nava xaka Başûr û bênavber êriş û sewqiyeta xwe didomîne. Dagirkeriya dewleta tirk di nava 30 salan de pêl bi pêl pêş ket û gihişt vê astê. Li gelek cihan baregehên leşkerî ava kiriye. Ev yek jî bi alîkariya malbata Barzanî kir. Heke malbata Barzanî alîkarî nedabûyê, tu caran nedikariya vê bike. Li deverên bilind ên Heftanîn, Garê, Kurê Jaro, Metîna, Kanî Masî û hwd. bi cih bûye û baregehên leşkerî ava kiriye. Hewl didin komên paramîlîter li van herêmên êriş lê didomin bi cih bikin. Heke wiha bidome dê DAIŞ’ê li wir bi cih bikin. Ev tevek jî dê ji ber rejîma Barzanî bibin.”    'PRATÎKÊN BARZANIYAN XIYANET JÎ DERBAS KIRIN’    Di berdewamê de Zerdeşt daxuyand ku malbata Barzanî tenê di çarçoveya berjewendiyên malbatî de tevdigerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurdayetî, welatparêzî, nasnameya neteweyî ji bo wan tenê qada bazarê ye. Bi van tenê mirovan dixapînin. Barzaniyan tenê baweriya xwe bi dijminên kurdan anîn. Li baxçeyê wan lîstin, li wir mezin bûn û di rêya wan de dimeşin. Li dijî gelê xwe şer dane destpêkirin. Pratîkên malbata Barzanî êdî xiyanet jî derbas kir. Heta rêbaza xiyaneta xwe ya salên berê jî guherandin. Heta niha yekser li cem dijminên gelê kurd cih digirtin. Niha jî kontrola tevahiya herêmê pêşkeşî dewleta tirk kiriye. Koordînatan dide dewleta tirk. Li her deverê noqteyên leşkerî ava dike. Li tevahiya herêmê kamera bi cih kiriye û kontrolê dide dewleta tirk.”    ZEXTA LI GEL TÊ KIRIN   Bi domdarî Zerdeşt got ku malbata Barzanî zexteke giran li şêniyên herêmê yên bertekê nîşanî êrişên dewleta tirk didin jî dike û wiha pê de çû: “PDK bi rêveberiya xwe ya zextê dixwaze kesek dengê xwe neke. Çendek roj berê hinek welatiyan rê girtin. Tavilê ew girtin û gotin ‘Hûn çima bertekê nîşan didin?’ Barzanî naxwazin kesek dengê xwe li dijî Tirkiyeyê derxîne.”    Zerdeşt, axaftina xwe wiha qedand: “Heke li dijî van êrişan seknekî xurt neyê raberkirin dê sibe êdî dereng be. Rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û hemû beşên civakê divê dengê xwe bilind bikin. Îro roja têkoşîna man û nemanê ye. Mesel ne meseleya partiyekê yan jî komekê ye. Divê her kesê bêyî guh bide partî û koman, bi awayekî topyekûn dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku tekane meseleyek heye ku ew jî Kurdistan e.”