ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-16 09:00:13   * Rojnamevan Erdogan Altan diyar kir ku Tirkiyeyê gelek deverên başûrê Kurdsitanê dagir kiriye û deverên hatine valakirin komên paramîlîter lê tên bicihkirin û tê xwestin ku demografiya herêmê bê guhertin.    * Serokê ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz bal kişand ser zêdebûna îşkence û muameleya xerab a li bajar û navçeyên Kurdistanê û got: "Sedema îşkence û muameleya xerab a li herêmê pêk tê pêvajoya şer a ji sala 2015'an ve dest pê kiriye. Îşkencên tên kirin ji zext û zordariyên ku tê kirin, qut nîne.”    * Endamê OHD'a Wanê parêzer Cîhat Durmaz diyar kir ku li girtîgehên Tîpa Y û S ên nû hatine avakirin rayedar li dijî binpêkirina mafan tu gav neavêtine û got: “Divê ev girtîgeh bên girtin.”    * Li Licê ji bo maden sifir dar û ber tên birîn û ev proje rê li ber talûkeya jîngehan vedike. Parêzer Ahmet Înan ji bo “sekinandina rêvebirinê” projeye serlêdan kir û got gundên di salên 90’î de hatine valakirin îro bi madenê tên tunekirin.    * Li başûrê Kurdistanê di nava 6 mehan de 30 jin hatin qetilkirin û gelek ji van jî bi awayeke gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Ji RJAK'ê Ronak Mecîd diyar kir ku hebûna jinan a li herêmê di xeterê de û qanûnên hikûmetê jinan naparêz in.    * Jinên beşdarî “Komxebata Jinan û Aboriyê” bûn diyar kirin ku ew dixwazin bi hêza xwe ya xweser bixebitin û ew ê wek jinan bersivek têkoşîna birêxistinkirî bidin vê krîzê.    * Xwediyên xaniyên tomakirî yên li Sûrê hatin hilweşandin diyar kirin ku 9 sal in xaniyên nû tên çêkirin bi dawî nebûne û gotin: "Di sala 2025'an de ji bo tamîrkirina xaniyan îhaleya nû bê kirin. Dewlet me ceza dike.”    * Bi “Bendava Cizîrê” ya ku tê plankirin li ser Çemê Dîcleyê bê çêkirin re gelek cihên dîrokî yên li bajarokê Qesirkê wê di bin avê de bimînin. Şêniyên bajarok bertek nîşanî bendava ku nayê zanîn dê kengî dest pê bike dan û xwestin ku proje bi temamî bê rawestandin.   *Berdevka Piştevaniya Morê Cemîle Baklaci, li dijî tundî û êrişa li ser jinan wiha got: “Divê em jinûve li hev bicivin û rêya bikaranîna kollanan dewlemend bikin.” Endama YDK’ê Şîfa Nûr Çetîn jî wiha got: “Em çareya hevdû ne.”   * KESK dê li gelek bajaran bi dirûşma “Em ê radestî xizaniyê nebin” daxuyaniyê li dar bixe. (12.30.18.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDΠ   * Li Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê çalakiya nobetê bê lidarxistin. (20.00-22.00)