OHD'ê der barê fermandarê îşkencekar de gilî kir 2024-07-16 21:23:09 MÊRDÎN - OHD'ê têkildarî îşkenceya li gundê Marînê yê Nisêbînê di serdegirtina malan de li welatiyan hatibû kirin, der barê Wekîlê Fermandarê Leşkeriyê yê Qoserê Kamîl Aksoy de gilî kir.    Li gundê Marînê yê bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve di 9'ê tîrmehê de leşkeran avêtibû ser gund û di serdegirtina malan de îşkence li welatiyan kiribû. Komeleya Hiqûqnasen ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrdînê lêkolîn û tesbîta li ser îşkencekirina welatiyan temam kir. OHD'ê têkildarî îşkenceya li welatiyên gundê Marînê hat kirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê dan û der barê Wekîlê Fermandarê Leşkeriyê yê Qoserê Kamîl Aksoy û leşkerên tev li operasyonê bûbûn de, gilî kir. OHD'ê xwest Akosy û leşkerên din bên darizandin.    OHD'ê ji serdozgeriyê xwest ji sûcên, "sûcên li dijî mirovan", "îşkence", "bêparhiştina ji azadiyê", "cebîr", "hukmê qanûnê û fermana amir", "birîndarkirina bi qestî", "tacîza zayendî", "zirardana malê welatiyan", "binpêkirina veşarîhiştina hevagahdarkirinê", "binpêkirina veşarîhiştina jiyana taybet", "halên biwesf", "heqaret" û "gefxwarin" di nav de bi giştî ji 13 xalên TCK'ê lêpirîn bê detpêkirin.