Li Stenbolê nobeda dijqeyûm: Divê em bi têkoşîna yekgirtî rabin 2024-07-16 22:06:09   STENBOL - Di nobeda li dijî qeyûm a li Stenbolê ku berdewam dike de hat gotin ku ew dikarin bi têkoşîna yekgirtî rê li ber qeyûman bigirin.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ya li Meydana Şîşxaneyê ya li Beyoglûyê di roja 36'an de berdewam kirin. Çalakvanan di nobedê de wek her roj tîşortên "Qeyûm bicehime" li xwe kirin û nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûm dan nîşandan.    Nûnerê Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaşi ewilî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Şîşxane veguheriye qada berxwedanê û ew ê xwedî li îradeya gelê kurd derkevin û têkoşîna xwe ya yegirtî bidomînin.    Endama Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Nehîr Sevîm jî axivî û got ku têkoşîna wan dê bi serkeftinê bi encam bibe.    Berdevka Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP) Îpek Bozkurt jî destnîşan kir ku ew li her qadê bi êrişên AKP-MHP'ê re rû bi rû dimînin û ew neçarin ku bi ruh û têkoşîna yekgirtî dikarin pêşî li van êrişan bigirin û ew neçarin têkoşîna yekgirtî bidomînin û wekî din tu şansek wan din nîne.