‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’ 2024-07-17 09:18:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Keser Buldan diyar kir ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê berfirehtir kiriye û diyar kir ku êriş li herêmên Girê Bahar, Sergelê û Guherzê pêk dijwar bûne.    Êrişên Tirkiyeyê ên li dijî deverên Zap, Avaşîn û Metîna yên bi ser başûr Kurdistanê ango Herêma Kurdistanê ve ku ji 17'ê Nîsana 2022'yan û vir ve didomin, bi êrişên nû yên di 17'ê hezîranê de dest pê kirin berfiretir bûn. Tirkiyeyê ku di van rojên dawî de sewqiyata leşkerî ber bi Herêma Kurdistanê ve zêde kiriye û li hin deveran nuqteyên kontrolê ava kir. Ji bilî gundên ku bomberdûmaneke dijwar lê tê kirin, gund û cihên sivîlan jî tên bombekirin. Şerê bi hevkariya PDK û Tirkiyeyê li herêmên Girê Bahar, Sergelê û Guherzê pêk tên bi çekên qedexe û kîmyewî lê tên bikaranîn girantir dibe.   Rojnamevan Keser Buldan ê ku herêmê ji nêz ve dişopîne, li ser êrişên Tirkiyeyê yên li herêmê axivî. Buldan anî ziman ku Tirkiye bi hemû hêza xwe êrişên xwe zêde kiriye da ku li başûrê Kurdistanê bi cih bibe û got ku Tirkiye tevî hemû êrişan jî nikare pêşketinên ku dixwaze bi dest bixe. Buldan bal kişand ser planên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê û got: “Planên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê bi ser neketin. Artêşa Tirk her roj derbên giran ji HPG’ê dixwe. Tirkiye ji bo ku ji krîza navxweyî derkeve gazên kîmyewî û çekên qedexe bi kar tîne. Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve êrişên herî dijwar ên çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve li Kurdistanê tên bikaranîn. Çekên kîmyewî yên îro li çiyayên Kurdistanê tên bikaranîn ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve qedexe ye. Niha li herêmê serdestî di destê HPG’ê de ye. Artêşa Tirk tenê bi alîkariya PDK’ê dikare xwe biparêze.”   'TÊ XWESTIN KU DESTKEFTIYÊN KURDAN BÊN TUNEKIRIN’    Buldan anî ziman ku armanca sereke ya Tirkiyeyê li herêmê bicihbûn û têkbirina destkeftiyên kurdan e û wiha axivî: "Dewleta Tirk ji sala 1991'an û vir ve li ser esasê îstixbaratê li başûrê Kurdistanê ye. Ji sala 1997’an ve gelek baregehên leşkerî ava kirine. Dewleta Tirk li dijî hebûna kurd û Kurdistanê ye, sed sal in vê bi awayekî eşkere îfade dike û di vî warî de polîtîka û êrişan pêk tîne. Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên çandî, siyasî û leşkerî vê dijminatiyê nîşan dide. Yek ji armancên sereke yên Tirkiyê jî ew e ku bi awayekî plankirî demografiya Kurdistanê û xwezaya Kurdistanê bike hedef û tine bike. Li dijî vê êrişa mezin heta niha ne li ser asta neteweyî û ne jî di asta navneteweyî de tu bertekên pêşîgirtinê nehatine nîşandan. Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha li hemberî vê dagirkeriyê tu bertek nîşan nedaye û li ber çavan negirtiye.”    'ROLA PDK'Ê XIYANET E’    Buldan destnîşan kir ku rola PDKê di nav partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de xiyanet e û wiha domand: “PDK her cure alîkariya siyasî û aborî dide Tirkiyê. PDK bi hevkariya ku bi dewleta tirk re çêkiriye û di warê aborî, leşkerî û îstîxbaratê de di xizmeta Tirkiyeyê de ye, xiyanetê temsîl dike. Ji aliyekî ve rê li ber dagirkerî, talan û wêrankirinê vedike, li aliyê din gelê Başûr li ber komkujî û koçberiyê radibe. Gelê Başûr di bin zextên PDK’ê de neçar dimînin ku gundên xwe vala bikin û herêmên di bin kontrola PDK’ê de bihêlin. Niha jî rola PDK'ê li Başûr weke dema ku dewleta tirk a dagirker di sala 1990’î de bi rêya ajanên xwe bi sedan gundên bakurê Kurdistanê şewitandin û wêran kirin. Tu ferqa wan tune ye.”    ‘XELK JI SIYASETA PDK’Ê BÊZAR BÛYE’   Buldan bal kişand ser giraniya şer a li deverên Girê Bahar, Sergelê û Guherzê û destnîşan kir ku Tirkiyeyê gelek baregeh bi taybet li derdora gundên Sergelê û Guherzê ava kirine. Buldan axaftina wiha berdewam kir: “Bi hêzên PDK’ê re van baregehan bi kar tînin û li dijî HPG’ê çalakiyên koordîne dikin. Çûn û hatina gundiyên li herêmê dijîn kontrol dikin, lê heta niha ji ber berxwedana HPG'ê nekarîn bi pêş ve biçin û tenê dikarin bi balafirên şer wan bombebaran bikin. Niha bertekên li başûrê Kurdistanê ne di asta tê payîn de ne. Ev rewş cesareta PDK û dewleta tirk a komkujî û koçberkirina gel zêde dike. Niha li başûrê Kurdistanê nemaze li herêma Behdînan şerekî pir giran heye. Raya giştî ji siyaseta hevpar a PDK'ê bêzar bûye. Lê belê her kesê ku bixwaze dengê xwe derxe ya tê girtin an jî tê kuştin.”   'DEVER KETINE BIN KONTROLA TIRKIYEYÊ’    Buldan anî ziman ku ji Duhokê heta Şeladizê gelek nuqteyên kontrolê yên Tirkiye û PDK'ê hene û wiha got: “Bi taybetî di dema derbasbûna sivîlan de bi hinceta ku xwarina ‘zêde’ hilgirtine lêgerîn tên kirin. Bi taybetî zextên cidî li rojnamevanan tên kirin ku tiştên qewimîne veşêrin. Li aliyekê dagirkeriya dewleta tirk dewam dike, li aliyê din jî zextên PDK'ê yên li ser gel zêde dibin. Bi êrişên dawî re rewşa başûrê Kurdistanê ji dagirkeriyê derket û derbasî qonaxeke nû bû. Dewleta tirk tevahiya herêma Behdînan bi taybetî jî Duhokê weke xaka nû ya Tirkiyeyê dibîne. Li gorî vê planê rêveberiya van deveran ji destê PDK’ê û hikûmeta navendî ya Iraqê derketiye û ketiye bin kontrola artêşa tirk.”    BERXWEDANA TOPYEKÛN    Buldan da zanîn ku heke reflekseke neteweyî li dijî tiştên diqewimin neyê nîşandan, dibe ku ji bo kurdan pêvajoyeke gelekî xeternak rû bide û got: "Divê gel li dijî vê dagirkeriyê berxwedaneke topyekûn nîşan bide."