Di dozeke din de jî polîs hatin parastin: Di bûyerê de qestîbûn tune ye 2024-07-17 09:23:34 COLEMÊRG - Di doza Necmettîn Fendîk ê li Geverê ji aliyê polîsan ve hat kuştin de, mutala hat amadekirin û hat îdiakirin ku di bûyerê de tiştekî bi qestî hatibe kirin tune ye.    Der barê bavê 9 zarokan Necmettîn Fendîk ê ku 16’ê tîrmeha 2017’an li navçeya Gevera Colemêrgê di encama gulebarana polîsan a di serdegirtina mala xwe de hatibû kuştin, bi îdiaya "Biqisûr bûye sedema mirinê" doz li polîs A.F.K. hatibû vekirin. Ji wê demê ve doz berdewam dike. Rûniştina danişînek din  taloqî 20’ê îlonê hat kirin. Danişîna dozê li li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Geverê tê lidarxistin.    ÎDIAYÊN DOZGER   Dozgerê dozê der barê esasê de nêrîna xwe pêşkêşî dadgehê kir. Di îdiaya ku li pergala UYAPê hat barkirin de hat îdiakirin ku polîsê bersûc, Fendîk "biqisûrdarî” kuştiye. Dozger bal kişand ku di encama îxbarê de bi ser mala malbata Fendîk de hatiye girtin û "li gorî rêgezê" li derî hatiye xistin. Dozger di mutalayê de dibêje, “Ji carekê zêdetir li derî xistin û hişyarî hat dayîn. Derî nehat vekirin, tevî ku deng ji hundirê xanî hat bihîstin û li pişt pencerê fîgûr xuya bûn û derî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi lêdanê hat şikandin. Polîsên tîmên taybet ku derî şikandin, li bersûcê ku mertal li tenişta wî girtibû, ket û bi hev re ketin hundurê xanî û di encama gulebarana bersûc de güle li maktûl ketiye. Li cihê bûyerê mudaxileya ewil li maktûl hatiye kirin û piştre rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê, lê tevî mudaxileyê jî jiyana xwe ji dest daye.”    ŞAHIDÊ BÛYERÊ Û RAPORA PISPOR    Lê hevjîna Fendîk, Kudret Fendîk ku di dema serdegirtinê de bi zarokên xwe re li malê bû, piştî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku hevjînê wê nîşangirtina guleyê hatiye hatiye qetilkirin. Kudret Fendîk diyar kir ku hevjîna wî ji ber ku demeke dirêj li malê birîndar hatiye hiştin jiyana xwe ji dest daye.   Di beşa "analîz" a rapora pisporê ya der barê bûyerê da hat amadekirin de bal hat kişandin ku guleya çekê li bedena Fendîk ketiye û bi derba kuştinê bûye. Di rapora pispor de her wiha hat destnîşankirin ku polîs bêyî ku peyama teblîxatê tesdîq bike tevdigere, di destê Fendîk de çek tune bûye, şahidê ku di lîsteya "hazurun" beşdarî lêgerînê nebûye û lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin.    ÎFADEYÊN POLÎSAN ‘LIHEVKIRÎ’ DÎTIYE    Dozger diyar kir ku di serdegirtinê de hemû polîsan heman îfade dane û îfadeyên ku hatine dayîn weke “hevgirtî” parastiye. Dozger îfadeyên Kudret Fendîk weke "nakokî" dîtiye. Dozger ev rewş wiha nirxand: “Tevî ku di îfadeya xwe ya ewil de diyar kiribû ku hevjîna wî bi şikandina cama derî û gulebarana bersûc hatiye kuştin jî, di îfadeya xwe ya pêş de diyar kir ku hevjîna wî bi gulebarana hemû polîsên karmend ku hatine mala wan hatiye kuştin.”    TEVÎ KU HER TIŞT ZELAL E JÎ DOZGER HÊ JÎ LI DELÎLAN DIGERE    Dozger ev îdia kir: “Ji ber ku cih û dema sûc, giraniya bûyerê û heyama ku lê hatiye kirin, di dosyayê de têra xwe delîl tune ne ku bersûc bi qestî kiryarê kiriye."   Dozger da zanîn ku "diviyabû bersûc hemû rîskan li ber çavan bigirta, lê berovajî erka xwe ya lênêrînê tevgeriya û bi îhmalkarî sûcê kuştinê kiriye.”    Ji polîsê bersûc re ji 2 salan heta 6 salan cezayê hepsê hat xwestin.   MA / Mazlum Engîndenîz