Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin 2024-07-17 14:14:26   AMED - Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku li Şaredariya Rezanê mutehid girêdayî bertîlê kiribûn, li ser biryara dadgehê hate girtin.   Derbarê Huseyîn Beyoglû yê di sala 2019’an de ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve tayînî Şaredariya Rezan a Amedê hate kirin de ji ber “doza bertîlê” hate girtin. Piştî biryara girtinê ya hate dayîn, polîsan Huseyîn Beyoglû binçavkirin. Beyoglû birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Beyoglû yê anîn Edliyeya Amedê, biryara girtinê ya derbarê wî de li ruyê wî hate xwendin. Beyoglû yê îfadeya wî hate wergirtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Amedê.    Hate zanîn ku derbarê Beyoglû de ji ber “revîn û ji holê rakirina delîlan” biryara girtinê hatiye dayîn.    JI BO HEMÛ MAL Û MILKÊN WÎ BIRYARA TEDBÎRÊ HATE DAYÎN   Şemiya borî di serdegirtina mala wî de li ser rapora Sermufetîşên Mulkiye yên Wezareta Karên Hundir a der barê serdema şaredarî dikir de Hevsera wî Durdane Beyoglû, dişa wî Denîz Gurdegîr ku weke cîgirê şaredar peywîrdar kiribû û Cîgirê Şaredar Siddik Ayçil ê ji îmarê berpirsyar ê dema girtî dihate darizandin hatibû berdan ji aliyê tîmên Têkoşîna li dijî Qaçaxçitî û Sûcên Organîzeyî ve hatibûn binçavkirin.   Di lêgerîna malê de bi bihayê 4 milyon lîreyan dowîz û zêr hatin desteserkirin. Di serî de Amed li bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ve heta lêpirsîn bi dawî dibe hemû mal û milkên li ser navê wî, hevjîn û zarokên wî, xizmên wî qeydkirî biryara tedbîrê hate dayîn.