ÎHD 38 salî ye: Dê têkoşîn bidome 2024-07-17 14:43:42   HATAY - Hevserokê Şaxa ÎHD’A Îskenderûnê Coşkun Selçuk diyar kir ku ÎHD kete sala 38’emîn û wiha got: “Em dibêjin baş e ku ÎHD heye. Parastvanên mafên mirovan bêdeng neman û dê bêdeng nemînin.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûn a Hatayê bi boneya 38’emîn salvegera damezirandina ÎHD’ê li Bazara Eskî Bîtê daxuyanî da. Parastvanên mafan tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxê Coşkun Selçûk di daxuyaniyê de got ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Selçuk, wiha domand: “Hêj jî îktîdara siyasî bi polîtîkayên ewlehiyê nêz dibe û siyaseta red û înkarê didomîne. Divê Tirkiye meseleya kurd qebûl bike û pêdivî bi pêvajoyeke aştiyê ya nû heye.”    Selçûk, axaftina xwe wiha domand: “Divê zextên bi rêya darazê li parastvanên mafên mirovan tên kirin bên bidawîkirin. Têkoşîna 38 salan a di bin sîwana ÎHD’ê de, dê bi daxwazên azadî, wekhevî, edalet û aştiyê bidome. Di sala 38’emîn a damezirandina ÎHD’ê de em bi israr mafên mirovan û azadiyan diparêzin û dê her biparêzin. Baş e ku ÎHD heye. Parastvanên mafên mirovan bêdeng neman û dê bêdene nemînin.”