Mamosteyan ‘Nobeta xwe ya Perwerdehiyê’ bi dawî kir 2024-07-17 15:38:27   ENQERE - Mamosteyên Sendîkaya Perwerdehiyê ya Taybet, piştî ku anîna pêşnûmeqanûnê ya li Meclisê hate taloqkirin “Nobeta xwe ya Perwerdehiyê” bi dawî kir.    Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet (Sendîkaya Mamosteyan) têkildarî “Nobeta xwe ya Perwerdehiyê” ya 52 roj in li Parka Meclisê dimeşînin û Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê (OMK) ya di Lijneya Giştî ya Meclisê de tê nîqaşkirin li Yekitiya Mulkiyeyiyan civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku pankarta “Bila OMK bê nûkirin mûçeyê bingehîn bi paş ve were” hate vekirin de Sekretera Çapemeniyê ya Sendîkaya Mamosteyan Dûygû Ergen axivî. Ergen, da zanîn ku beriya 52 rojan ber bi Parka Meclisê ve meşek dan destpêkirin û tevî hemû astengiyan gihiştin parke û anî ziman ku Parka Meclisê veguherandin qada nobetê.    ‘ÊDÎ TU TIŞT DÊ WEKE BERÊ NEBE’    Ergen, destnîşan kir ku tevî gavên erênî hêj pirsgirêkên wan ên li benda çareserkirinê ne hene û got: “Yek ji van a herî girîng daxwaza me ya mûçeyê bingehîn e. Em difikirin ku nobeta me gihişt armanca xwe û em nobeta xwe ya perwerdehiyê ku beriya 52 rojan dabû destpêkirin bi dawî dikin. Serdemeke nû li benda me ye. Qasî ku ev têkoşîna me daye destpêkirin mezin bibe daxwazên me li ber çavtir dibin. Êdî tu tişt dê weke berê nebe.”