DEM Partiyê ji bo mexdûrên erdhejê pêşnûme da Meclisê 2024-07-17 16:48:40   ENQERE - DEM Partiyê diyar kir ku tevî bi ser erdhejên navenda wan Mereşê re salek û nîv derbas bûne jî hêj jî xelkê herêmê mexdûr e û ji bo vê pêşnûmeya lêkolînê da Meclisê.    Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo çareserkirina pirsgirêkên mexdûrên erdheja 6’ê Sibata 2023’yan, xwest Lêkolîna Meclisê were vekirin. Di sedema pêşnûmeya lêkolîn de hat gotin ku îktîdarê di dema erdhejê de mudaxileya lezgîn û hewce nekiriye, li gel ku bi ser erdhejê re salek û nîvek derbas bûne jî mexdûriyetên welatiyan didomin. Bi domdarî hat gotin ku ji bo pirsgirêkên mexdûran çareseriyên mayinde bên peydakirin û ji bo erdhejên îxtîmal tevdîrên pêwîst bên girtin divê Lêkolîna Meclisê were vekirin.