Rêxistinên ciwanan ji bo qurbaniyên Pirsûsê meşiyan: 5 kes hatin binçavkirin 2024-07-17 23:59:26   ENQERE - Rêxistinên ciwanan ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê meşa bi meşaleyî li dar xistin û 5 ciwan hatin binçavkirin.    Rêxistinên ciwanan ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li taxa Yuzuncu Yilê ya li navçeya Çankaya Enqereyê meşa bi meşaleyî li dar xistin.    Piştî meşê ciwan belav bûn. Ji ciwanên tev li meşê bûn dema li rawestgehê li benda otobusê bûn, polîsan nasnameyên wan kontrol kirin. Ji van ciwanan 5 ciwan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.    Navê binçavkiriyan wiha ne: Enes Ugur Tekîn, Erturk Soysal, Mert Omerbeyoglû, Hakan Kiyak û Çetîn Karakaya.