ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-18 09:00:32     * Hiqûqzan Ercan Kanar diyar kir ku prosedura ku CPT'yê ji bo Azerbaycanê sepandiye divê ji bo Tirkiyeyê jî heman prosedurê bide sepandin û got: “Li ser bingeha wekheviyê û azadiyê ji bo aştiyê têkildarî Ocalan divê qanûnek bê derxistin û were berdan.”    * Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê dan û divê ku gelê Başûr li dijî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re rabe.    * Tevî êrişên Tirkiyeyê û grûbên wê yên paramîlîter ve jî Şoreşa Rojava 12 salî ye. Şoreşê 12 sal li pey xwe hişt û li cîhanê bûye modelek demokratîk a modernîteyê. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn a ku şer, pevçûn, kuştina jinan û binpêkirinên giran ên mafên mirovan lê diqewimin, Şoreşa Rojava bi her awayên xwe hebûna xwe didomîne.   *  Şervanên YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de ku li hemû cîhanê bi tirs û xof tê vegotin, di eniya herî pêş de bûn. Yek ji fermandarên YPJ'ê Rohilat Efrîn got: "Em tî û birçî bimînin jî em ê parastina xwe bidomînin."   * Vedat Kurt ê ji Rihayê li Antalyayê ji ber ku yewmiyeya xwe ji xwediyên kar xwestibû, bi îşkenceyê re rû bi rû mabû. Kurt qala îşkenceyê kir û banga piştevaniya doza xwe ku dê di 16’ê cotmehê de bê lidarxistin kir.    * Li gorî daneyên Weqfa Baran Tursun di 17 salên dawî de zarok jî di nav de 451 kes bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dane. Serokê Weqfê Mehmet Tursun got ku mirinên li bajarên kurdan zêde bûne.    * Welatiyên Amedê diyar kirin ku desthilatdariya heyî nikare aboriyê bi rê ve bibe û gotin: "Divê hilbijartinên pêşwext bên kirin û hikûmeta ku niha sîstemê dimeşîne ji vir derkeve."   * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ku bertek nîşanî PDK’ê ya hevkariya êrişên li dijî Herêma Kurdistanê dike da, wiha got: “Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê helwestê nîşan bide.”   * Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner dê li Qonaxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûra Amedê damezirandina xwe ragihîne. (11.00) ZINDΠ   * OHD dê ji bo parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî li gelek bajaran daxuyaniyê bide. (12.30)   * Komîteya Amedekar a Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dê têkildarî bernameya mîhrîcanê ya îsal li pêşiya Şaredariya Dêrsimê daxuyaniyê bide. (13.00)    * Êrişên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê dê li gelek bajaran bên protestokirin. (13.00-18.00)   * Platforma Jinan a Dîcle Amedê dê têkildarî cînayetên jinan li peşiya AZC Plaza ya Ofîsê daxuyaniyê bide. (17.00)    * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê li Rihayê bi sernavê “Têkoşînên edaletê û berpirsyartiyên me” panelekê li dar bixe. (17.00)   * Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Stenbol û Colemêrgê hatine destpêkirin dê bidomin. (20.00-22.00)