Dayikên Aştiyê: Divê li dijî PDK’ê helwest bê nîşandan 2024-07-18 09:07:27   ÊLIH - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ku bertek nîşanî PDK’ê ya hevkariya êrişên li dijî Herêma Kurdistanê dike da, wiha got: “Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê helwestê nîşan bide.”   Êrişên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî axa Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin berdewam dikin. Bertekên li dijî êrişan û PDK’ê jî didomin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê yên têkildarî êrişan axivîn, destnîşan kirin ku divê gelê Herêma Kurdistana Federe bertekê nîşanî PDK’ê bide.    Dayika Aştiyê Maşalah Kaya, destnîşan kir ku divê gelê kurd li dijî êrişan bi hev re tevbigerin. Kaya, îşaret kir ku PDK di xeletiyê de israr dike û wiha got: “Kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe. Barzanî, zarokên gelê kurd dide kuştin. Gundên li Başûr dide valakirin û daristanan dişewitînin. Ji bo cerdevan û leşkeran baregehan çêdikin. Wan li wir bi cih dikin. Neyarekî kurdan li ku hebe Barzanî pê re hevkariyê dike.”   Kaya, da zanîn ku Barzanî bûne “Koleyên dewleta tirk” û wiha domand: “Malbata Barzanî tenê berjewendiyên xwe difikire. Li her derê cîhanê pereyên wî hene. Çavên wî têr nabin. Li ser wî pereyî xwîna gelê kurd heye. Ji xwe dîroka wan jî bi xiyanetê tejî ye.”   ‘BILA GEL HELWESTÊ NÎŞAN BIDE’    Şukran Dal, bertek nîşanî hevkariya PDK’ê da û wiha got: “Êrişa vê carê ne êrişeke ji rêzê ye. Dixwazin kurd hevdû bikujin. Barzanî, leşkerên tirk birine gundan, gundî bi birçîtî, sirgun û mirinê re rûbirû dimînin. Gelê Başûr ê birûmet û bişeref ev yek qebûl nekir. Divê li dijî PDK’ê helwestê nîşan bidin. Dibe ku sibe dereng be ji ber wê yekê divê ji niha ve berteka xwe nîşan bidin. Em darê ji kurmê wê xelas bikin û bikin ku şîn bibe.”   Dayika Aştiyê Elîf Tîluktîmûr jî bi lêv kir ku PDK bi hemû beşên destkeftiyên gelê kurd hedef digirin re hevkariyê dike û wiha got: “Heke em îro biçin tu jî dê sibê biçî. Yekane armanca wan heye; axa kurdan dagir bike, kurdan bi hevdû bide kuştin. Divê kes neyê vê lîstikê.”