Mafê herî rewa: Xweparastin e 2024-07-18 09:32:52   STENBOL - Berdevka SKM’ê ya Stenbolê Leyla Can diyar kir ku li dijî tundiya mêr-dewletê mafê herî rewa xweparastin e û wiha got: “Xweparastin li dijî tundiya rêxistinkirî, helwesta parastinê ye. Parastina jiyanê ye.”    Di nava şer, pevçûn û tundiya li seranserî cîhanê de jin ji bo parastina hebûna xwe têdikoşin. Li dijî komkujî, tundî, tacîz, destdirêjî, xizanî, hejarî, zext û fihûşê, jin bi mekanîzmaya xweparastinê li ber xwe didin.    Rêxistiniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Şengalê li dijî hêzên hegemon û DAIŞ’ê hatiye pêşxistin, Gulabî Gang a li Hindistanê ji bo têkoşîna li dijî sûcên li dijî xizan, jin û zarokan hatiye avakirin, jinên li Efxanistanê li dijî Talîban li ber xwe didin û hwd. çendek mînakên xweparastina roja me ne.    Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Leyla Can, girîngiya xweparastinê ya li dijî tundiya mêr-dewletê vegot.    MAFÊ HERÎ REWA   Can, diyar kir ku bi saya biryardariya di têkoşîna azadiyê de gelek maf hatine bidestxistin û wiha got: “Lê belê dewleta mêrê serdest a îro bi hemû amûr û şêweyan êrişî van mafan dike û dixwaze xesp bike. Divê xweparastin li dijî van êrişan weke pêdiviyek were dîtin. Xweparastina, vebijerka jinan a li dijî çanda îtaetkirinê ye. Dewleta mêrserdest bi tundiya xwe ya fîzîkî, bi daraz, medya, çek û kêrên xwe êriş dike û di vê rewşê de xweparastin ji bo jinan mafê herî rewa ye. Gelek mînakên şexsî û birêxistinî hene. Mekanîzmaya xweparastinê ji bo pêşvebirina têkoşîna jinan gelek girîng e.”    ‘PARASTINA JIYANÊ YE’   Bi domdarî Can anî ziman ku jin dema xwe diparêzin rastî tundiya mêr-dewletê tên û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek jin dema ji bo bijîn xwe diparêzin, bi cotstandartiya darazê re rû bi rû dimînin û bi muebbetê tên darizandin. Gelek jê girtî ne û salên dirêj di girtîgehê de dimînin. Ev yek rastiya dewleta mêr nîşan dide. Pergaleke wisa heye ku faîl tên parastin lê dema jin xwe diparêzin tên cezakirin. Li dijî vê hewceye mafê xweparastinê bi têkoşîneke hevpar were parastin. Em ji bo xweparastinê bang li rêxistinên jinan dikin. Xweparastin, li dijî tundiya birêxistinkirî, pozîsyona parastina xwe ye. Parastina jiyanê û mafên xwe ye.”