Dewleta tirk Şêladizê bombebaran kir: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da 2024-07-18 10:17:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku îro serê sibê dewleta tirk sînorê Şêladizê yê girêdayî Dihokê bombebaran kir û di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.     Li gorî nûçeya Rojnewsê hate ragihandin ku îro di saetên serê sibê de dewleta tirk bi balefirên bê mirov sînorê Şêladizê yê girêdayî Dihokê bombebaran kir.   Hate diyarkirin ku di encama bombebarana dewleta tirk de welatiyê bi navê Osman Rijdî Mîrweysiye jiyana xwe ji dest daye û pêşmerge ye.