Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin 2024-07-19 09:02:09   RIHA - Bi ser Komkujiya Pirsûsê re 9 sal derbas bûn û tevî vê yekê hê jî hêzên li pişta bûyerê dernexistine holê. Parêzera dozê Sevda Çelîk Ozbîngol got: “Ne bersûc malbatên mexdûr bûn hatin darizandin. Me pratîka darizandinek wisa dît.”    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê li dijî ciwanên sosyalîst êrişa bombeyî ango xwekuj pêk anî. Bi ser êrişê re 9 sal derbas bûn. Di çarçoveya kampanya ji bo ji nû ve avakirina Kobanê de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) hat destpêkirin, di 20'ê Tîrmeha 2015'an de bi sedan ciwanên ji Tirkiye û bakurê Kurdistanê hatin cem hev. Ciwanên ku ji bo ji zarokên Kobanê pêlîstokan bibin hatin gel hev, beriya biçin Kobanê xwestin li Navenda Çandê ya Amara daxuyaniyê bidin. Di dema ku daxuyanî dihat dayîn de ji aliyê DAIŞ’ê ve êrişeke bombeyî pêk hat. Di êrişê de 33 kes mirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.   CEZA LI KESEKÎ TENÊ HAT BIRÎN    Piştî komkujiyê heta çend rojan ji cihê bûyerê girtina dîmenan hat qedexekirin. Piştî 3 rojan di lêpirsîna ku der barê komkujiyê de hat destpêkirin de biryara veşarî ango nepeniyê hat dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê 18 meh şûnde îdianame amade kir. Di îdianameyê de ji bo endamên DAIŞ'ê Yakup Şahîn, Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî 34 caran cezayê yê girankirî hat xwestin. Di danişîna 21'emîn a di 22'ê cotmeha 2021'an pêk hat de yekane bersûcê girtî Yakup Şahîn ê ku carekê jî neanîn eywana dadgehê 34 caran cezayê muebeda girankirî lê hat birîn.     XISÛSÊN KÊM ÊN DI DARIZANDINÊ DE    Seranserî pêvajoya darizandinê malbatên qurbaniyan û parêzeran daxwazên ku kirin nehatin qebûlkirin. Tevî ku têkiliya endamên DAIŞ’ê Azzo Halaf Suleyman el Aggal û Mahîr el Aggal bi teqîn ango êrişê re derketin holê û tevî daxwaza parêzeran jî daxilî dosyeyê nehatin kirin.    Dîmenên aîdî beriya komkujiyê û piştî komkujiyê piştî sê sal û nîvan daxilî dosyeya dozê hatin kirin. Derket holê ku piştî komkujiyê dîmenê beşa ji 5 saetan pêk tê hatiye birîn. Der barê van dîmenên ku hatine windakirin tu karûbarek nehat kirin.    Qeydên têkildarî kujer Abdurrahman Alagoz çawa hatiye bajêr, li ku maye û bi kî re daye û stendiye di dosyeyê de cih negirtin. Der barê Îmam Abdullah Omer Aslan ku piştî qetlîamê li cihê bûyerê wêne digirt hat girtin û paşê hat berdan biryara “neşopandinê” hat dayîn. Balkêş e ku di pêvajoya darizandinê de îfadeyên Aslan ên di dema darizandinê de nehatine girtin. Berê jî derketibû holê ku qeydên hevdîtina bi rêya telefonê ya Aslan ku bi hin endamên DAIŞ’ê re kiriye.    Serokwezîrê wê çaxê Ahmet Davutoglû ku digot, “Heke em qala qewimandinên di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê bikin, kes nikare li şûna xwe rûnê.” Tevî vê daxuyaniyê jî li Davutoglû nehat guhdarîkirin. Daxwazên parêzeran ên ji bo guhdariya li Davutoglû jî hatin redkirin.    DOZA BERSÛCÊN FIRAR DIDOME    Darizandina der barê bersûcên firar Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali berdewam dike. Danişîna 7’emîn a dozê dê di 5’ê mijdara 20204’an de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê lidarxistin.    MALBAT HATIN SÛCDARKIRIN!   9 sal in malbatên qurbaniyan ji bo pêkanîna edaletê û hêzên li pişt qetlîamê derkevin holê têdikoşin. Malbatên qurbaniyan 2 meh piştî komkujiyê ji bo kujer neyên jibîrkirin û ji faîlên rastî hesab bê pirsîn, Platforma Piştevanî û Edaletê ya Pirsûsê ava kirin. Di pêvajoya darizandinê de der barê gelek malbatên gurbaniyan de lêpirsîn û doz hatin destpêkirin û vekirin.    OZBÎNGOL: LÊPIRSÎNA BI BANDOR NEHAT BIRÊVEBIRIN    Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol ku di Platforma Ji bo Pirsûsê Edalet de cih digire têkildarî dozê axivî. Ozbîngol bi bîr xist ku 33 qurbanî ji bo avakirina Kobanê wê biçûna û têkidlarî komkujiya ku qewimî lêpirsînek bi bandor nehat birêvebirin. Ozbîngol wiha got: “Pêvajoyek ku ji daxwaza me ya edaletê re bibe bersiv nehat birêvebirin. Ji ber ku lêpirsînek bi bandor nehatin kirin, qetlîman berdewam kir. Komkujî di pêvajoyek ku çareserkirina pirsgirêka kurd pêk dihat, qewimî. Aştî û çareseriyê kirin armanc û ev lêgerînên çareseriyê hatin sabotekirin. Di darizandinê de bersûc-kujer hatin parastin.”    LI ŞÛNA BERSÛCAN MALBAT HATIN DARIZANDIN    Ozbîngol destnîşan kir ku li Ahmet Davûtoglû weke şahid nehate gûhdarîkirin û di dosyeyê de polîtîkaya bêcezahiştinê hat şopandin û got: “Di vê darizandinê de bersûc nehatin darizandin, li şûna bersûcan malbat ango mexdûr hatin darizandin. Em bûn şahidê pratîka darizandinek wiha. Tu bersûc neanîn danişînan. Daxwazên me her dem hatin redkirin. Malbatên ku zarokên wan bûn qûrbanî hatin darizandin. Daxuyaniyên malbatan bûn mijara lêpirsînan. Ferdên hin malbatan hatin darizandin. Gorên qurbaniyan hatin rûxandin.”    MA / Emrullah Acar