DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî 2024-07-19 09:11:45   ÊLIH - DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bêyî ku seaetên 130 malan bixwîne bi milyonan lîre ceza li welatiyan birî. Fatûre li malên ku bi salane vala ne jî hat birîn.    Li gundê Hethetkê yê bi ser navçeya Qûbîna Êlihê ve Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) cezayên giran li gundiyan birî. DEDAŞ bêyî ku saetên ceyranê yên 130 malan bixwîne bi giştî ji 3 milyon lîreyî zêdetir ceza li gundiyan birî. Fatûreyên hatine birîn ji 20 hezar lîreyî dest pê dikin û heta 67 hezar lîreyî jî hatine nivîsandin. DEDAŞ’ê li malên ku bi salane kes lê najî û vala ne jî fatûre bo wan şand. Gundiyan diyar kir ku her tim ceyrana gund tê qutkirin û ji ber ceyran diçe û tê alavên wan elektronîk û dînamoyên wan ên baxçeyan xera dibin.    WÊ MEŞAÊN WAN BÊN DESTESERKIRIN    Ji gundiyan Omer Çelîk diyar kir ku bi qasî bihayê fatûreyek fabrîkayê ku ceyranê xerc dike ji malên gundiyan re hatine şandin û got: “Bêyî ku li saetên kesî binêrin, fatûre hatine amadekirin. Qey meriv dibêje malên me fabrika ne. Fatûrayên bi hezaran lîre ji me re hatine şandin. Xelkê gund feqîr e û nikarin vî cezayî bidin. Heke ev pere ji me bê stendin wê meaşên me yên teqawîdiyê bê desteserkirin. Ev xebata mêtingeriyê ye. Fatûreyên hatine amadekirin jî pratîka mêtingeriyê ye.”    WÊ SERÎ LI RÊYÊN HIQÛQÎ BIDIN    Çelîk destnîşan kir ku DEDAŞ her tim ceyrana wan qut dike û ev yek dibe sedema mexdûrkirina welatiyan û got: “Alavên me yên elektronîk û sondajên me xesar dibînin. Dişewitin û xera dibin. Baxçe û zebzeyên gundiyan bi ziwabûnê re rûbirû mane. Birîna vî cezayî û qutkirina ceyranê gefa li ser me ye. Divê ku bihatana saetên me kontrol bikirina lê bêyî ku kontrol bikin ev fatûre hatine şandin. Em ê li dijî vê neheqiyê li mafê xwe bigerin. Em ê li dijî vê neheqiya DEDAŞ’ê serî li darazê bidin.”    FATÛRE LI MALÊN VALA JÎ HATIYE BIRÎN    Şaban Akyildiz jî nerazîbûn nîşanî vî cezayê ku DEDAŞ’ê li wan biriye da û got: “Bila werin li saeta me binêrin. Xerckirina ceyrana du salan di mehekî de birine. Li gorî serê xwe nivîsandine. Em nikarin vî pereyi bidin. Di destê wan de tu delîl tune ye. Tişta ku kirine bêqanûnî ye. Îkram Arasli çend sal in tevî ku ne li gund dijî û mala wî vala ye jî 21 hezar lîre fatûre jê re şandine. Em ê li mafên xwe yê hiqûqî bigerin. Çimkî neheqiyek mezin li me hatiye kirin.”    HER MEH 400 LÎRE TÊ VÊ MEHÊ 22 HEZAR HATIYE BIRÎN    Azîz Kaçmaz diyar kir ku ew her meh fatûreyên xwe bi rêkûpêk radizîne û lê vê carê 22 hezar lîre fatûre jê re hatiye şandin. Kaçmaz da zanîn ku fatûreya wî her med li derdora 300-400 lîreyî dihat û vê mehê 22 hezar lîre hatiye û ew nikarin vî pereyi bidin. Kaçmaz got ew ê vê yekê qebûl nekin û qutkirina ceyranê ne bes e niha jî ceza li wan hatiye birîn.    Ji bo van îdiayên gundiyan were piştrastkirin em li DEDAŞ’ê geriyan lê belê bersiva telefona me neda.    MA/ Fethî Balaman