2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn 2024-07-19 17:27:32 MÊRSÎN - Li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi hinceta axaftinên wî yên bere 2 sal û 6 meh cezayê hepse hat birîn.  Danişîna doza der barê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de ku bi hinceta axaftinên wî yên di navbera salên 2015-2016’an de kiriye hat lidarxistin. Danişîn li Dadgeha Mêrsînê hat lidarxistin. Demîrtaş bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Her wiha parêzerên wî jî di danişînê de amade bûn. Ji 4 sûcên cuda der barê Demîrtaş de ceza dihat xwestin. Piştî parastina Demîrtaş û parêzerên wî dadgehê biryara xwe da. Dadgehê bi hinceta axaftinên wî yên bere bi giştî 2 sal û 6 meh cezayê hepse li Demîrtaş birî.