Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir 2024-07-19 17:56:45   MÊRDÎN - Hanna Aykurt ê li Dêra Ortodoksê ya Stenbolê wezîfedar e dema li Mêrdînê banê mala xwe tamîr dikir ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.    Horiepiskopos Hanna Aykurt ê ku li Dêra Ortodoksê ya  Sûryanî ya Stenbolê wezîfedar bû, danê sibehê dema ku banê mala xwe ya li navçeya Midyada Mêrdînê  tamîr dikir hevsengiya xwe winda kir û ket xwarê.    Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê diyar kirin ku Hanna Aykurt a 68 salî jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Aykurt ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.    Hat zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.