Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin 2024-07-19 19:24:22 MÊRDÎN - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga çandiniyê de axivî û wiha got: "Desthilatdarî û DEDAŞ zilm û zordestiyê li cotkar û xelkê me dike. Divê em li dijî zilma DEDAŞ'ê û şerê desthilatdariyê wek Kawayê Hesinkar li ber xwe bidin û têbikoşin. Çimkî êdî xelk ji destê vê desthilatdariyê nikare debara xwe bike. Edalet û azadî tune ye."    Partiya Wekheviyê û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di çarçoveya kampanya "Nan û Edaletê" de "Mîtînga Çandiniyê" li dar dixe. Mitîng li Qada Otogarê hat lidarxistin dest pê kir. Qada mitîngê bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Welatiyên tev li mitîngê bûn beriya bername dest pê bike li ber muzîkê govendê gerandin.   DI DOWÎZAN PEYAM DAN    Welatiyan dowîzên bi nivîsên, "Vejîn li axê hatiye, ax keda destê me ye", “Heke hilberîn tune be dê pêşeroj jî tune be!", "Dest dirêjî keda min, axa min, ava min neke", "Xelk çû hîvê em li pey ceyranê ne",  “Mesrefê zewacê biha ye, genim erzan e" hildan û peyama xwe eşkere dan raya giştî. Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin û dirûşmên “Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" sloganları atıldı.      'KEDA ME TUNE TÊ HESIBANDIN’    Navê beşdarên mitîngê hat xwendin. Şukran Aktaş li ser navê jinên cotkar derket ser dike û got: “Em ê xwêdana cotkaran li erdê nehêlin. Rojane 13-14 saet li vir tê qutkirin. Ev 20 sal in em vî derdî dikişînin. Em her tim behsa wekheviyê dikin, lê wekhevî nayê herêma me. Ji ber qutkirina ceyranê keda me tune tê hesibandin.”    ‘DIZÊN ESIL HÛN IN’    Serokê Komeleya Cotkarên Qoserê Mîkaîl Erbey jî axivî û dewlet û desthilatdarî ji bo cotkaran tiştekî nake û got: “DEDAŞ’ê êdî cotkarên me bêzar kiriye. Cotkarên me bi pereyên xwe trafoyên xwe dikirin, lê DEDAŞ tê radike û dibe. Ji me re dibêjin dizek. Dizên esil hûn in. Hûn keda vî gelî didizin. Ev pirsgirêk a hemû Tirkiyeyê ye. Em heqê xwe helal nakin.”    Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr jî wiha got: “Em ê destûr nedin polîtîkayên qirêj. Em ê xwedî li axa xwe derkevin.”    Herî dawî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derket ser dikê û xîtabî gel kir.    Bakirhan bi silavkirina gel dest bi axaftina xwe kir.    Axaftina Bakirhan wiha ye:    “Qoser warê têkoşîn û berxwedanê ye. Ji ber ku ez li warê leheng û berxwedanê li pêşberî we me kêfxweş im. Hûn bi xêr hatin û bi ser çavên me re hatin.    WELAT BIRINE BER HILWEŞANDINÊ    Polîtîkaya aboriyê ya vê desthilatdariyê welat biriye ber hilweşînê. Aborî tune ye. Her kes bi pirsgirêka debarê re rû bi rû ye. Teqawid nikarin debara xwe bikin, xebatkar nikarin bi meaşên asgarî xwe xwedî bikin. Li her derî betalî heye. Demokrasî, azadî, aştî tune ye. Ziman û çanda kurdan qedexe ye û dijminatiyê li ser kurdan dikin. Hê jî zimanê me wek zimanê nayê zanîn dihesibînin.    HER KES LI EDALETÊ DIGERE   Bi sedan hevalên me girtî ne. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Ayşe Gokkan’ û bi sedan heval û hogirên din niha di hepsan de ne. Heke em kurteya vî 22 salan vebêjin; nan tune, kar tune, demokrasi û azadî tune. Baş e sedemê vê tabloyê kî ye, desthilatdariya AKP-MHP’ê bi xwe ye. Ev nan û keda me didizin û xwe li ser keda me zengîn dikin. Çima em dibêjin Nan û Edalet. Ji ber ku xelkê me feqîr kirin û hewcedarî bi nan heye. Çimkî edalet li vî welatî tine ye. Her kes li edaletê digere. Belê ev dijminê nan û keda me ne.    XELK NIKARE DEBARA XWE BIKE    Bi salane kurd û netew û baweriyên din li edaletê digerin û dibêjin wekhevî, bo vê têdikoşin. Lê ne di xema desthilatdariyê de ye. Bi zilm û zordestiyê dixwazin gelê kurd û gelên din bêdeng bikin. Nan, edalet û azadî tune ye, ev efendî radibin Tirkiyeyê welatê herî şanaz nîşan didin. Xelkê me li ser vê axa me ya Mezopotamyayê ya herî bi xêr û ber nikare debara xwe bike. Xelkê Qoserê nikare debara xwe bike. Edalet û nan tune ye, ji me re dibêjin ji vê re şikir bikin. Cotkarên me birçî dihêlin û feqîr dikin. Piştevaniya ji bo dikandar û cotkarên me tune ye. Ji bo hilberandinê tu bernameyek vê desthildatdariyê tune ye. Tenê rant di plan û bîra wan de heye.    Ev desthilatdarî ne desthilatdariya ji bo cotkaran e. Ji bo xwe li ser pêya bihêle, desthilatdariyê dike. Cotkar nikarin lîtereyek mazot û kîloyek gubreyê bikirin. Dixwazin cotkar û xelkê me birçî û feqîr bihêlin. Em ê li dijî vê desthilatdariya ku dixwaze we feqîr bihêle, têkoşîna xwe berfireh û mezin bikin. Em ê vê desthilatdariya ku li ser vê axê top avêtiye biqewirînin.    HETA KU MESELEYA KURD ÇARESER NEBE…   Zîhniyeta vê desthilatdariyê sewlakarî û cotkariyê qedandiye. Li dijî axa kurdan şer dikin û ev şer dibe sedemê ku çandinî û her tişt biqede. Her roj zozan û mêrgên welatê me qedexe dikin. Gund qedexekirî ne. Xelkê me nikare biçe li gundên xwe sewalkarî û çandiniyê bike. Divê destpêkê de meseleya kurd were çareserkirin. Heta ku meseleya kurd neyê çareserkirin, wê cotkarên me nikaribin hilberînin û xwe li ser pêya bigirin. Lewma em ê xwedî li nan û keda xwe derkevin û ji şer û pevçûnan re bêjin na. Em ê ji vê zihniyet û feraseta ku kurdan tune dihesibîne û terkî mirinê dike re bêjin na û li dijî wê têbikoşin.    DEDAŞ DEHAQ BE, KURD JÎ KAWA NE   Divê gelê me yê Mêrdînê ji vê terora DEDAŞ’ê xelas bibe. Divê em li dijî vê zilma DEDAŞ’ê têbikoşin. DEDAŞ bûye DEHAQ. Dehaq demekî canê kurda dixwar. DEDAŞ jî lewma bûye DEHAQ. Avdaniya cotkaran asteng dike. Her roj ceyranê qut dike. Ji bo em vê terora DEDAŞ’ê biqedînin divê kurd jî wek Kawa têbikoşin. Li dijî terora DEDAŞ’ê û şerê desthilatdariyê ji bilî berxwedanê tu rêyek me din tine ye.”