Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan 2024-07-19 22:55:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî başûrê Kurdistanê tên kirin, hat protestokirin. Di çalakiyan de peyama, “Bimire xiyanet, bijî berxwedan” hat dayîn.    Tirkiye bi hevkariya PDK’ê êrişî deverên başûrê Kurdistanê dike. Li gelek bajaran li dijî êrişên ser Başûr çalaki hatin lidarxistin û êriş hatin protestokirin.    STENBOL    Çalakî ango nobeda li dijî qeyûm a li Meydana Şîşxaneya navçeya Beyoglûya Stenbolê ku 39 roj in didome, îro cihê xwe ji şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê re berda. DEM Partî, partiyên din ên siyasî û rêxistinên sivîl bi dirûşma “Ji dagirkeriyê û xiyanetê re na” çalakî li dar xistin. Nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Dirûşmeyên wek “Bijî berxwedana Rojava” û "Bimire xiyanet, bijî berxwedan” hatin berzkirin.    Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz daxuyanî xwend û êriş şermezar kirin û got: “Êriş li dijî deskeftiyên başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê kurd tên kirin. Êriş li dijî statûya Kurdistanê ye. Êriş li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd astengiya herî mezin e.”    Yangoz da zanîn ku PDK ji bo berjewendiyên xwe Herêma Kurdistanî qurbanî Tirkiyeyê dike.    ‘BIMIRE XIYANET Û HEVKARÎ’   Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî destnîşan kir ku ew ê bi bîr û bawerî li dijî her kesên ku axa Kurdistanê dagir dikin li ber xwe bidin û destûr nedin axa Kurdistanê were dagirkirin. Çîçek got: “Em gelê kurd li tevahiya dinyayê li dijî dagirkeriya Kurdistanê bibin yek. Em ê bi têkoşîna xwe xiyanetê têk bibin. Bimire hevkarî û bimire xiyanet.”    SEMSÛR     Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Semsûrê û Tevgera Jinên Azad jî li Semsûrê li Parka Demokrasiyê daxuyan î dan û êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin. Di çalakiyê de hat gotin, “Ji xiyanet û hevkariyê re na.” Hevserokê Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Yusuf Ozperçîn daxuyanî xwend û êrişan şermezar kir.    BEDLÎS   Rêxistina DEM Partiyê ya Bedlîsê jî li navçeya Tetwanê li êrişên li ser Başûr protesto kir. Daxuyanî li ber avahiya DEM Partiyê pêk hat û gelek kes beşdar bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bedlîsê Fîkret Bîrlîk daxuyanî da û êriş şermezar kirin û got ku ew nahêlin axa Kurdisatnê were dagirkirin.    DÊRSIM   Rêxistina DEM Partiyê ya Dêrsimê jî li dijî êrişên li ser başûrê Kurdistanê daxuyanî da û êriş protesto kir. DEM Partiyê xwest li Kuçeya Hunerê çalakî li dar bixe polîsan xwest asteng bike. Girseyê bi lêdana çepikan astengiya polîsan şermezar kir.    Kesek ku nerazîbûn nîşanî polîsan da hat binçavkirin. Navê kes nehat zanîn.  ,