'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’ 2024-07-20 09:08:37 STENBOL - Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re rexne kir û got: “Helwesta PDK’ê ya di van êrişên dagirkeriyê de eşkere û zelal e. Helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye.”    Hevserokê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Stenbolê Mûrat Kalmaz êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî heremên başûrê Kurdistanê pêk tên, nirxand. Kalmaz êrişên li ser Başûr wek êrişên dagirkeriyê pênase kir û got: “Dewleta tirk dibêje ku ew bi hinceta PKK’ê êrişî deverên Başûr dike. Lê li wan dever ên ku êriş niha lê pêk tên, teqez hêzên PKK’ê li wir tune ne.”    'HELWESTA XIYANETKARIYÊ Û HEVKARIYÊ YE’   Kalmaz hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re weke “xiyanet” nirxand û wiha axivî: “Tirkiye ew dewlete ku bi sedsalan e dixwaze Kurdistanê dagir bike. Ev dewlet tu destkeftiyek kurdan qebûl nake. Rastiyek dewletê heye ku hebûna kurdan qebûl nake. Ji ber vê yekê jî dema ku êrişên bi vî rengî tên kirin. Di vî warî de jî li dijî êrişên dagirkeriyê helwesta PDK'ê eşkere û zelal e. Helwesta PDK’ê xiyanetkarî û hevkarî ye.”    Kalmaz anî ziman ku PDK ji êrişên Tirkiyeyê re bingeh ava dike û got: "PDK sûcê xiyanetê li kurdan dike. Dewleteke din tê, dest dide ser erdên we, her roj gundên me bombe dike, yanî dixwaze ew herêma hûn lê serdest in dagir bike. Hûn jî li hember vê yekê bêdeng dimînin. Bûyereke wiha li tu derê cîhanê nehatiye dîtin.”   'TIRKIYE CESARETÊ JI XIYANETÊ DIGIRE’    Kalmaz pirsa, “PDK çawa çavê xwe li bombebarankirina qadên sivîlan û qetilkirina mirovên me digire” kir û wiha got: “Divê PDK demildest rêya ku lê dimeşe û helwesta xwe di ber çavan re derbas bike. Tirkiye çûye li her deverên başûrê Kurdistanê qereqol, kalekol û nokteyên lêgerînê ava kiriye. Tirkiye vî cesaretî ji kî digire? Helbet vî cesaretî ji xiyaneta PDK’ê digire.”    'DIXWAZIN ÇETEYAN LI BAŞÛR BICIH BIKIN’    Kalmaz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Erdogan nikare çeteyan bîne Tirkiyeyê, dixwaze bibe li başûrê Kurdistanê bicih bike. Yanî talana ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk aniye dixwaze vê talanê bibe başûrê Kurdistanê û li dijî PKK’ê bide şerkirin.”    TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ÊRIŞAN    Kalmaz li dijî polîtîkaya hevkariya PDK’ê bang li gelê kurd kir ku dengê xwe derxe û bi têkoşînek hevpare a xurt li dijî êrişên dagirkeriyê bê kirin.    MA / Ferhat Sezgîn