Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin 2024-07-20 09:10:59   STENBOL - Parêzera rojnamevan Sadik Topaloglû, Ayşe Acînîklî diyar kir ku biryara derbarê miwekîlê wê de hatiye dayîn nehiqûqî ye û got: “Bi rêya medyayê operasyon hat kirin.”    Rojnamevan Sadik Tapologlu bi hevalê xwe Mehmet Savaş re di 10’ê tîrmehê de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Topaloglu û Savaş di 13’ê tîrmehê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin û birin Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê. Çapemeniya alîgirê desthialtdariyê piştî hefteyekê girtina rojnameger Topaloglû wek "nûçeya lezgîn" serwîs kir. Di nûçeyê de Topaloglû û Savaş hedef hatin nîşandan.    Parêzera Topaloglû, Ayşe Acînîklî der barê binçavkirin û hedefgirtina muwekîla xwe de axivî. Acinikli diyar kir ku binçavkirin û girtina Topaloglû li dijî hiqûqê ye û bi bîr xist ku muwekîlê wê berê jî ji heman dozê hatibû darizandin û cezakirin. Acînîklî destnîşan kir ku dosyeya niha dosyeyek dubarekirî ye û wiha got: "Der barê îfadeya ku ji bo binçavkirin û girtinê hincet hat nîşandan,  Sadik berê hatibû girtin, serbest hatibû berdan û ceza lê hatibû birîn. Cezayê wî niha li Dadgeha Bilind e. Ji heman hincetê nabe ku cara duyemîn bê cezakirin.”   ‘JI BER XEBATÊN XWE YÊN PÎŞEYÎ HAT GIRTIN’    Acînîklî diyar kir ku li dijî muwekîlê wê "komplo" hatiye kirin û destnîşan kir ku ji bo biryara girtinê bê girtin her cure rê û rêbaz hatine ceribandin. Acînîklî da zanîn ku pirsên Topaloglû ku li gorî xebatên xwe yên pîşeyî ji çavkaniyên nûçeyan re amade kiriye li midûriyeta polîsan wek sûc hatine nîşandan û got: "Em dibînin ku li ser esasê 'em ê çawa wî bidin girtin’ darizandinek hat kirin. Mînak pirsên ku Sadik dema rojnamegerî dikir li mala xwe amade kiribû, dîtine. Pirsên hatine dîtin wek sûc nîşan didin. Tiştekî din jî notên dema wî ya rojnamevaniyê ku hatine desteserkirin, kirine sûc. Miwekîlê min ji xebatên xwe yên pîşeyî hatin sûcdarkirin û girtin.”    ‘BI RÊYA MEDYAYÊ OPERASYON HAT KIRIN’    Acînîklî bal kişand ser wêneyê miwekîlê wê ku ji aliyê medya desthilatdariyê ve hatine serwîskirin û wêneyên ku emniyetê ji medyayê re serwîs kirine bere jî di dosyeya darizandina miwekîlê wê de cih girtiye. Acinikli destnîşan kir ku bi rêya medyayê li dijî Sadik Topaloglû operasyon hat kirin û tevî biryara ‘veşarî’ jî wêne serwîsî medyayê hatine kirin û ev tişta ku hatiye kirin jî sûc e. Acînîklî diyar kir ku wêneyên ku dane medyayê bi qestî hatine kirin û got: “Divê ku qebûl kirine ku wêneyan serwîs kirine. Çimkî hê di dosyeyê de biryara veşarî heye û hê jî lêpirsîn berdewam dike. Di qonaxek ku hê pêvajoya lêpirsînê didome de, divê bi hesasiyet tevbigerin û der barê vê mijarê de nûçe neyên çêkirin.”    ÎTÎRAZ HATIYE KIRIN   Acînîklî anî ziman ku wê li Edliyeya Stenbolê îtîrazî biryara girtina miwekîlê xwe kiriye û divê miwekîlê wê were berdan.    MA / Ferdî Bayram