Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin 2024-07-20 09:13:29 AMED - Hunermendên ku Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê ragihandin diyar kirin ku li qadek ku kes lê ne azad be wê huner jî ne azad be û gotin: “Em her hunermendan dixwazin li dijî zilmê, zordestiyê û şer dengê xwe derxin û vedixwînin ku di nav vê hewldanê de cih bigirin.”    Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê di 18'ê tîrmehê de li Qesra Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê bi daxuyaniyekê avakirina xwe ragihand. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek hunermend beşdarî daxuyaniyê bûn. Nivîskar û hunermend Sureyya Karacabey, Firat Can û Necatî Sonmez ên beşdarî daxuyaniyê bûn, der barê armanca damezrandina înîsiyatîfê de axivîn.    ‘DIVÊ EV QELSBÛN RABE Û EM XWE BIKIN YEK’    Nivîskar Sureyya Karacabey diyar kir ku her tişt gav bi gav tarî dibe û diyar kir ku di qada hunerê de jî rewşên wekî binpêkirina hiqûqê û zextên li ser azadiyê diqewimin. Karacabey da zanîn ku dixwazin li cihekî bê nefes bên gel hev û dengê xwe bidin bihîstin û diyar kir ku ev erka hunerê ye. Karacabey diyar kir ku li welat her kes di bin sansurê de ye û got: "Ji ber vê yekê me got 'em wêrekiyê bidin hev’. Heger kesên qels xwe bikin yek û hêza xwe bigihînin hev, dikarin dengê xwe bilindtir bikin. Em di nava feqîriyeke kûr û bêhiqûqiyeke kûr de têdikoşin. Hewl tê dayîn dengê kesên ku dixwazin rastiyê bînin ziman bê birîn. Her kes di quncikekî de asê maye. Huner jî di quncikekê de asê maye. Ji ber vê yekê em ji bo her kesî dibêjin ji bo azadiyê têkoşîn lazim e.”    Karacabey got: "Rizgariya hunerê bi rizgariya civakî ve girêdayî ye. Divê huner berpirsyariya xwe ya dîrokî bigire ser milê xwe û bicih bîne. Serdemên zextan jî demên ku çalakiyên herî afirîner derdikevin holê ye. Di pêvajoyên bi vî rengî de divê em bi performansên afirînertir ji xwe re cih biafirînin. Em dixwazin her kes li gorî derfetê xwe û li cihê ku lê ye vî dengî bide bihîstin û belavkirin.”    'DIVÊ EM DAWÎ LI PARÇEBÛNÊ BÎNIN’    Nivîskar Firat Can jî destnîşan kir ku piştî sala 2015'an li Tirkiyeyê hewaya tirs û zextê ava bûye û got ku desthilatdariyê li dijî qadên ku civak lê bicivin, êriş pêk anîne. Can wiha axivî: “Hunermendan jî para xwe ji vê hewaya zilmê û zextê wergirtin. Şano, konser hatin qedexekirin, hunermend hatin binçavkirin û girtin. Yanî bi her cure sansur û qedexeyan re rû bi rû man. Bi awayekî xwezayî ev rewş bû sedem ku hunermend di nava xwe de asê bibin. Yek ji hêzên civakê jî qada hunerê ye. Lê dema ku hunermend jî wisa hatin hepskirin li ber pirsgirêkên civakî rewşeke bêhesasiyet pêş ket. Biryar hat dayîn ku mekanîzmayek ku hunermend bi rengekî li dijî pirsgirêkên ku qewimîne dengê xwe bilind bikin bê çêkirin. Însiyatîfa Huner ji bo Azadiyê jî vê îfade dike.”   Can anî ziman ku li Tirkiyeyê her roj zext û pêkanînên cuda cuda tên kirin û destnîşan kir ku Înîsiyatîfa Huner ji bo Azadiyê divê li ber pirsgirêkên wekî qeyûmê li Colemêrgê û pirsgirêkên din ên civakî û xwezayî derbikevin. Can bi bîr xist ku salên dirêj in li Kurdistanê şerekî dijwar heye û wiha got: “Înîsiyatîfa Hunera Ji bo Azadiyê li dijî vê yekê derketin e. Ev însiyatîfa wê roj bi roj mezin bibe û peywira xwe bi cih bîne. Fikra kombûna di bin navê însiyatîfek wiha de jî wê dawî li parçebûnê bîne. Ev xebat li dijî her cure zext û sansurê gelekî girîng e. Em hemû hunermendên ku dixwazin li dijî zilm, mêtingerî û şer dengê xwe bilind bikin vedixwînin vê pêngavê."    ‘DIVÊ EM DAKEVIN KOLANAN Û XWE BIBÎNIN’    Derhêner Necatî Sonmez jî diyar kir ku serdema ku ew tê re derbas dibin serdemek e ku her kesî ditepisîne û bêdeng dike û wiha axivî: “Ez vê însiyatîfê weke însiyatîfeke ku bangî huner û hunermendan dike dakevin kolanan û bang li siyasetê dike dibînim. Bi vê înîsiyatîfê me xwest em mil bidin milê hev û hemû hunermendên ku dengê me bihîstine bên cem hev. Pirsa rastîn ev e ku em ji niha şûn ve dikarin çi bikin. Em ê li dijî her cure zext, qedexe, sansur, binçavkirin û girtinê refleks nîşan bidin. Em ê li ber xwe bidin û hewl bidin hawîrdora faşîst a ku tê de dijîn paşve bixin.” Sonmez bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî zilm, sansûr û otosansurê û got: "Bi rastî bi qasî ku em difikirin ne qels in, berevajî vê yekê, em bi hêz in. Divê em ne tenê ji vê hêzê haydar in, divê ji bo ku em vê hêzê belav û bidin naskirin jî gavan bavêjin û derkevin kolanan û xwe bibînin.”