Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin 2024-07-20 09:21:12 ŞIRNEX - Li çiyayên Gabar, Cudî û li herêma Bestayê birîna daran ku hatiye destpêkirin didome. Di dîmenên ku hatine kişandin de bi deste cerdevanan ekolojiya herêmê çawa tê hilweşandin careke din radixe ber çavan. Li şûna qadên dar lê tên tunekirin jî kalekol û qereqol tên avakirin.    Li çiyayên Gabar, Cûdî û Çilnimêja, li herêma Besta yên Şirnexê sê sal beriya niha birîna daran ku ji aliyê cerdevanan ve bi fermana fermandariya qereqolan hatiye destpêkirin, didome. Di van sê salên dawî de li herêmê yek dar nehate hiştin ku di bin siya wê de mirov rûnên. Li herêmên ku birîna daran sê sal in lê didome darên kezwan, gihûşk, gûz, tû û gelek darên ku di heman demê de çavkaniya debarê ya şeniyên herêmê ne tên tunekirin. Di nava 6 salên dawî de li herêmê ji sedî 8’ê qada daristanê hatiye tunekirin. Li deverên ku dar lê tên talankirin li aliyekî birîna daran didome li aliyekî din jî kalekol û qereqolên nû hatin çêkirin. Di sala 2021'an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî û Walitiya Şirnexê ve bi ser navê "Projeya Konsepta Ewlehiyê" tenê li Çiyayê Cudî 22 kuleyên leşkerî hatin avakirin. Li Besta û Gabarê jî heman konsept xistine dewrê û tê payin ku li Gabarê jî 20 kuleyên nû bên avakirin. Qadên birîna daran heta navçeya Elkê ya Şirnexê çûye. Niha jî li herêma Komatê û Xabûr 2 yên bi ser navçeya Elkê ve birîna daran hatiye destpêkirin.    LI 68 DEVERÊN BESTAYÊ TALAN HEYE   Li deverên Girêsêvê, Baçûka, Çemê Mezin, Girêheliziyê, Şehrewan, Piştreşo, Kenîya Rengîn, Çala Fileyan, Nizarê Kuştîyan, Kenîya Kurta Dizan, Besta Warên Şeref, Kemaloga, Zirvî, Deşt Kîxê, Piha, Girê Gavan, Çala Tehla, Nizarê Elî Sorkê, Nala Kitkê, Qaranîs, Cinîwer, Kenîyamîr, Rîsor, Çemê Benê, Rêrêqut, Banga, Xaşîxan, Girêqirsîn, Bindarîn, Xargirê û Belûzê, Dehlabî, Heştan û Zorova yên bi ser herêma Bestayê ve birînda daran hatiye destpêkirin û li van deveran yek dar nehatiye hiştin. Li 68 qadên li herêma Bestayê birîna daran didome.    ÇIYAYÊ CÛDÎ TÊ WÊRANKIRIN   Li Deriyê Çirçiro, Çala Nêriyan, Avreşka, Xera Pîno, Duguhka, Deriyê Cebrail, Çalazêrê,Biliga, Girêçolya, Sorbitnê, Hesena, Gera Mihetnê, Gilindor, Gundikremo,Dehlabî, Heştan û Zorova  û gelek deverên din ê bi ser Çiyayê Cûdî ve jî gelek qad dar lê hatine birîn û ji bo leşkeriyê hatine vekirin û van deveran ber bi çolbûyinê ve dibe. Li Çiyayê Cûdî tevî birîna daran jî ji ber kanên komirê jî av tê qirêjkirin û av û kanî tên tunekirin.    GABAR BOST BI BOST TÊ TUNEKIRIN    Li Çiyayê Gabarê jî birîna daran ku hatibû destpêkirin hê jî hê jî didome. Li deverên Zivîng, Deştlala, Çiyayê Bizina, Dara, Zêwê, Bertûl, Meydîn ên bi ser Çiyayê Gabarê ve jî bi salane birîna daran lê didome. Bi giştî 37 gundên li Çiyayê Gabarê ji salên 1990'î ve heta niha qedexekirî ne. Niha jî li Çiyayê Gabarê di bin navê “lêgerîna neftê" de bost bi bost tê tunekirin. Zindiyên ku nifşê wan ber bi xelasbûnê ve diçe jî bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne. Li herêmê kevir li ser kevir nehatiye hiştin. Ji aliyekî ve dar tên birîn û ji aliyekî ve jî bi teqandina dînamîtan tat û çiyayên li herêmê tên rûxandin.     HER KES BÊDENG E    Herêmên ku talankirina xwezayê lê didome, bi biryara walîtiyê her ji 15 rojan carekê jî li sivîlan tên qedexekirin. Li herêmê hilweşandin û talankirina xwezayê her çend berdewam bike jî li dijî vê qirkirinê bêdengiya tevgerên ekolojîk jî didome. Lê balkêş e ku li gelek deverên herêmê qirkirina daran dewam dike, lê belê bêdengiya Midûriyeta Daristanê ya Şirnexê ya li ber vê yekê dewam dike. Midûriyeta ku di van sê salan de ji bo pêşî girtina li birîna daran xebatek nedaye meşandin li dijî birîna daran heta niha helwestek nedaye nîşandan û bi hin daxuyaniyên xwe birîna daran rewa dide nîşandan.    DÎMENÊN TALANÊ   Li herêmê cerdevanên ku rêbazên birîna daran guhertine vê carê jî wesayitên kar bikar tînin û daran ji kokê radikin. Di dîmenên ku hatine kişandin de careke din talankirina xwezaya li herêmê radixe ber çavan.    MA / Zeynep Durgut