‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’ 2024-07-20 09:40:04 ENQERE - Nûnerên rêxistinên ciwanan ên ji bo çalakî û aktîvîteyên ji ber Komkujiya Pirsûsê bên kirin bang kirin, diyar kirin ku armanca ciwanên beriya 9 salan bi rê ketin ew bû ku şoreşê bînin ser vê axê.   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê li dijî ciwanên sosyalîst ku da ji bo zarokên li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê di bin êrişa DAIŞ’ê de pêlîstokan bibin, êrişa bombeyî ango xwekujî pêk anî. Bi ser êrişê re 9 sal derbas bûn. Hêzên li pişt êrişa ku 33 kesan jiyana xwe ji dest da nehatin lêkolînkirin, darizandineke bibandor nehate kirin.    Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku pêşengtiya çûna Kobanê dikir Berfîn Polat û Berdevkê Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (DEV GUÇ) Enes Ûgûr Tekîn komkujî û tiştên ji komkujiyê heta roja me qewimîn nirxandin.    HATINA BAHEV A GEZÎ Û KOBANÊ    Polat, diyar kir ku weke SDGF’ê wan ev şoreş dîtin û di ferqa girîngiya hevdîtina bi wê re bûn û wiha got: “Yekane armanc ne ew bû ku pêlîstokan bibin wir. Hatina bahev a şoreşa li wir û anîna şoreşa li wir a li ser vê axê bû. Şoreşa Kobanê bi tecrubeya Geziyê re, zarokên Kobanê bi Geziyê re anîna bahev bû… Ji ber vê yekê armanca komkujiyê ew bû ku vê hatina bahev a vê têkoşîna yekgirtî asteng bike bû.”   Polat, bi lêv kir ku armanca komkujiyê pêşîlêgirtina xwedîderketina li Kobanê ye, cezayên di Doza Kobanê de hatin dayîn jî nîşaneya vê yekê ne û wiha berdewam kir: “Xwestin vê hesabpirsînê di sala 2015’an de bi Komkujiya Pirsûsê bikin. Ji wê rojê ve ev pêvajo didome.” Polat, anî ziman ku ji bo Komkujiya Pirsûsê bi bîr anîn derbarê wan de doz hatin vekirin û hatin girtin û diyar kir ku di dema pêvajoya dozê de jî tevî delîlan faîlên komkujiyê yên esasî nehatine darizandin.    BERNAMEYA BÎRANÎNÊ    Polat, da zanîn ku di serî de li Navenda Çanda Amarayê ya li Pirsûsê dê li her noxteya Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê çalakiyan li dar bixin û ev tişt gotin: “Ji bo ku hesaba Pirsûsê bipirsin em ê li qadan bin. Di heman demê de em ê weke rêxistinên ciwanan îro li Enqereyê van kolanan bi nav û wêneyan xemilînin û saet di 19.00’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Yukselê banga vê têkoşîna edaletê jinûve biqîrin.”   Polat, hemû ciwan vexwendin aktîvîteyên bîranînê yên ku îro bên lidarxistin.    ‘PIRSÛS BANDORA KOBANÊ YA LI CIWANAN E’    Berdevkê DEV-GUÇ’ê Enes Ûgûr Tekîn jî bal kişand ku divê li têkoşîna yekgirtî ya li Kobanê derketiye holê binêrin û wiha got: “Pirsûs ji bo me ciwanan bandora têkoşîna yekgirtî ya li Kobanê derketiye holê ye. Îradeya li Pirsûsê derket holê, bandora îradeya ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê têk birinê ne. Em wisa dibînin û wisa fêm dikin. Heta niha 9 sal in ji bo Pirsûsê têkoşîna edaletê ev kampanya me wiha bi rê ve bir. Ji bo me ev têkoşîn, têkoşîna hesabpirsînê ya 33 şoreşgerên bi hevkariya AKP’ê û DAIŞ’ê hatine qetilkirin e.”   ‘TÊKOŞÎNA EDALETÊ NIKARE BI EDLIYEYÊ RE BÊ SÎNORKIRIN’    Tekîn, bal kişand ku têkoşîna hiqûqî dê bidome û wiha domand: “Tişta ji bo Pirsûsê esas e, têkoşîna me ya edaletê ye. Têkoşîna me ya edaletê jî nikare bi korîdorên edliyeyê bê sînorkirin. Em ê ji bo Pirsûsê lêgerîna edaletê û hesabpirsîna li kolanê bidomînin.”   Tekîn jî di serî de rêxistinên ciwanan herkes vexwend çalakiya ku dê îro li ser Cadeya Yuksel a Kizilay a Enqereyê li dar bixin.