Li Herêma Kurdistanê yarbayek hate kuştin 2024-07-20 11:16:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê didomin. Hate diyarkirin ku di yek ji şerê li van herêman diqewime de Yarbay Abdûllah Cem Demîrkan hatiye kuştin.    Êrişên dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Li herêmê şer û pevçûn jî didomin. Hate diyarkirin ku li qadên şer û pevçûn lê hene Yarbayê Peyade Abdûllah Cem Demîrkan hatiye kuştin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hate weşandin de hate ragihandin ku Demîrkan ê bi giranî birîndar bûye di 19’ê tîrmehê de mirî ye.