Li Efrînê 9 kes hatin revandin 2024-07-20 15:33:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li Efrînê ji aliyê hêzên paramîlîter yên girêdayî Tirkiyeyê ve 9 kes hatin revandin.  Li gundê Zerê yê bajarokê Bilbilê yê bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 16’ê tîrmehê de 7 kes ji aliyê hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ve hatin revandin. Hate diyarkirin ku yek ji gundê Eyn Hecer Hesen Elî Elî (28) ye û her 6 kesên din jî ji bajarê Helebê ne. Hate diyarkirin ku kesên hatine revandin birine zindanên li gundê Aşka yên di bin kontrola komên paramîlîter “Sûltan Suleyman Şah” û “El Emşat” de û îşkence li wan hatiye kirin.    Di daxuyaniya ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê ve hate kirin de hate ragihandin ku di 12’ê tîrmehê de zaroka keç a bi navê Esmehan Mihemed a 15 salî ku li Taxa Mehmûdiye ya Efrînê dijî ji aliyê îstîxbarata dewleta tirk û “polîsên leşkerî” ve hatiye revandin. Her wiha di 7’ê tîrmehê de şêniyê bi navê Mihemed Ehmed Mihemed Ebdo (42) yê ji gundê Avrazê yê bajarê Mabetayê li taxa Mehmûdiye li kolana dibistana pîşeyî revandiye û heta niha agahî jê nîn in.