Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran 2024-07-20 16:40:09   STENBOL - Hate diyarkirin ku girtiyê nexweş Cengîz Sînan Halîs Çelîk rastî pêkanînên “keyfî” hatiye, cezayê hucreyê lê hatiye birîn û dest danîne ser çûkên wî yên muhebetê.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî binpêkirinên ku girtiyê nexweşê giran Cengîz Sînan Halîs Çelîk ê ji sala 1997’an ve girtî ye û niha li Girtîgeha Hejmara 5’an a Marmarayê tê ragirtin pê re rû bi rû dimîne civîna çapemeniyê li dar xist. Xwişka Çelîk, Nesrîn Çelîk jî beşdarî daxuyaniyê bû.    Xwişka Çelîk, Nesrîn Çelîk diyar kir ku hin pirsgirêkên tenduristiyê yên birayê wî hene û nayê dermankirin. Çelîk, wiha domand: “Berî ku bikeve girtîgehê tu nexweşiyên wî nebûn. Piştî ku kete girtîgehê hin pirsgirêkên wî yên tenduristiyê çêbûn. Nexweşiyên wî yên weke epîlepsî, ulsera mîde, penceşêra mîzdankê hene. Tevî van hemûyan jî dema diçe revîrê, bijîjkê revîrê jê re dibêje ‘dîsa tu, ez li te nanêrim’ û mafê wî yê tedawiyê asteng dike.”   ‘JI 15 CIHÊN XWE BIRÎNDAR BÛ’    Çelîk, da zanîn ku dema birayê wî di 15’ê tîrmeha 2016’an de ji bo tedawiyê birin Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê ji aliyê girtiyên edlî ve bi amûrên tûj ji 15 cihên xwe birîndar bû û ev tişt gotin: “Ji ber birîndar bû platîn xistin lingê wî. Îşkence û sirgunan dest pê kir. Birayê min nexweş e û nikare li girtîgehê bimîne. Me daxwaz kir ku înfaza wî bê taloqkirin lê nehate qebûlkirin.”   DEST DANÎN SER ÇÛKÊN WÎ, CEZAYÊ HUCREYÊ LÊ BIRÎN    Çelîk diyar kir ku li hemberî birayê wî pêkanînên “keyfî” hene û wiha got: “Di meha hezîranê de avêtin ser qawîşa wî û rastî lêgerîneke ji nişka ve hat. Dest deynin ser rojnameyên ku ji kantînê kirîne û çûkên wî yên muhebetê. Dema gardiyan da derkevin Cengîz ji wan re dibêje ‘hûn ava qenalîzasyonê ya ji hucreya jor tê û bi dîwêr ve tê xwar nabînin.’ Piştî 2 rojan bi hinceta Cengîz ji lêgerînê re bûye asteng rojekê cezayê hucreyê danê.”   ‘PEYWÎRA XWE NEBAŞ BIKARTÎNIN’    Çelîk, diyar kir ku li Girtîgeha Marmarayê binpêkirinên mafan zêde bûne û pirsgirêkên diqewimin nayên çareserkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêveberiya girtîgehê û karmendên li wir keyfî tevdigerin û bêedaletiyê dikin. Bi beyanên derew peywîra xwe nebaş bikartînin. Ji ber van sedeman li girtîgehan her tim mirin çêdibin. Mafê jiyanê yê girtiyan ji destê wan tê girtin. Nexweşiyên wan nayên dermankirin. Em êdî dixwazin li girtîgehan pêkanînên keyfî û binpêkirinên mafan bi dawî bikin.”   HIQÛQA DIJMINATIYÊ    Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran jî diyar kir ku li gelemperiya Tirkiyeyê girtiyên polîtîk binpêkirinên mafan ên giran dijîn û wiha got: “Girtiyên siyasî ji aliyê desthilatê ve rastî cotstandartî û hiqûqa dijmin tên. Ji bilî tecrîd û cezayên hucreyê îşkenceya psîkolojîk li girtiyan dikin. Em weke parazvanên mafên mirovan vê hovîtiya li girtîgehan diqewime tu caran qebûl nakin û em ê van hemû pêkanînan teşhîr bikin.”