Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin 2024-07-20 21:53:01   COLEMÊRG - Li Geverê maça fînalê ya Tûrnavaya Fûtbolê yê Gulistan Dokû hat lîstin. Di encama maçan de Cevîzlîspor bû şamiyon.    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê maça fînalê ya Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ve tê organîzekirin, hat lidarxistin. Parlamenter, hevşaredar û rêveberên DEM Partiyê tev li maça fînalê bûn. Maça fînalê li sehaya xalî pêk hat û gelek kes temaşeyî maçê kirin.    Starta tûrnûvayê di 29’ê hezîranê de li navçeyê hat dayîn. 28 tîm ketin pêşbaziyê. Ji 28 tîman tîma Cevîzlîspor û Tîma Şaredariya Geverê maça fînalê lîstin. Maç gelekî bi kelecan derbas bû û Cevîzlîspor bi 3-1’ê tîma Şaredariya Geverê têk bir û bû şampiyon.    Hevşaredarên Geverê û parlamentere DEM Partiyê yê Geverê Onûr Duşunmez kûpa dan Cevîzlîsporê.