Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd 2024-07-21 09:11:16 STENBOL - Nûnerên partiya sosyalîst diyar kirin ku Tirkiye dixwaze li dijî gelê kurd “qirkirinê” pêk bîne, herêmê dagir bike û li dijî êrişên Tirkiyeyê banga têkoşîneke hevpar a mil bidin milê hev kirin.    Êriş û bombebaranên dijwar ên Tirkiyeyê ku li ser başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, bênavber berdewam dikin. Li seranserî cîhanê gelê kurd û dostên xwe li dijî êrişan nerazîbûn nîşan didin. Nûnerên partiyên sosyalîst ên li Tirkiyeyê jî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan û xwestin li dijî êrişan helwesteke çalak û têkoşînek hevpar bê nîşandan.    GOZEN: POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ DI DEWRÊ DE YE    Endama Desteya Berdevkiyên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen diyar kir ku polîtîkaya "qirkirinê" ya li ser gelê kurd tê meşandin ne nû ye û bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re li tevahiya erdnîgariya kurd zêde bûye. Gozen anî ziman ku Tirkiye li Rojhilata Navîn peymana taşeron a NATO'yê girtiye ser xwe û got ku erdnîgariya kurdan ev demeke dirêj e bûye gola xwînê. Gozen got: “Em bandorên arasteyên aborî-siyasî û civakî yên desthilatdariya AKP-MHP’ê û zîhniyeta qirker û qetlîamker a li ser gelê kurd dibînin. Em dibînin ku êriş li ser sînorên Misakî Millî yên Neo-Osmanîzmê bi taybetî li ser sînorên Kerkûk û Mûsilê pêk tên.”    ‘HIQÛQA MÊTINGERIYÊ YE’    Gozen da zanîn ku êriş berfireh in û tenê bi Herêma Kurdistanê re sînordar in û got ku hiqûqek mêtingeriyê di meriyetê de ye û wiha got: “Li dijî kurdan hiqûqa mêtingeriyê tê meşandin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide rejîmeke mayînde ava bike. Ev rejîm dijminatiya kurdan dike. Li pişt vî şerê li dijî gelê kurd tê meşandin mutabakatek millî heye. Ev desthilatdarî dixwaze wisa li ser pêya bimîne.”    ‘EM MIL BIDIN MILÊ GELÊ KURD’    Gozen anî ziman ku ev êriş ne tenê li dijî gelê kurd tên kirin û got: “Em êrişên vê desthilatdariyê ku her kesên ne ji xwe dixwaze bitepisîne re rû bi rû ne. Lewma têkoşîna gelê kurd têkoşîna gelê tirk e, têkoşîna kedkaran e. Bi vê hişmendiyê divê em li her derê mil bidin milê gelê kurd. Li dijî şer bi hev re rawestin û heke em wisa bikin em ê dikaribin bersiva vî şerî bidin desthilatdariyê.”    TAŞÇI: JI BO QKIRINA KURDAN BUDÇEYEKE CIDÎ TÊ VEQETANDIN    Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Gamze Taşçi jî diyar kir ku Tirkiye bi salane hem li hundir hem jî li derve êrişên giran li ser destkeftiyên gelê kurd pêk tîne. Taşçi d zanîn ku ev demeke dirêje Tirkiye di hevdîtinên fermî yên bi rêveberiya Hêrma Kurdistana û Iraqê re li ser kûrkirina şer nîqaş dike û wiha got: “Tirkiye li aliyekî leşkeran sewqî Herêma Kurdistanê dike li aliyê din jî ji bo şer xerckirinek mezin a aboriyê dike. Dîsa di van demên dawîn de em dibînin ku MÎT bi serokên rêveberiya Herêma Kurdistanê re hevdîtinan pêk tîne û polîtîkaya xwe ya sîxurkirinê didomîne. Desthilatdarî ji bo qirkirina gelan budçeyek cidî vediqetîne. Di serî de desthialtdariya AKP-MHP’ê û hemû dewletên herêmê ji bo siberoja gelê kurd dorpêç bike, ketine nava plansaziyan. Desthialtdariyê hêz û derfetên dewletê ji bo vê seferber kiriye. Divê sosyalîstên Tirkiyeyê li ber vî şerî rabin û têkoşîna xwe bikin yek û bi têkoşîna yekgirtî bersivê bidin. Divê hemû partiyên sosyalîst ên Tirkiyeyê helwesta xwe bikin yek û li dijî polîtîkayên dagirkeriyê mil bidin milê têkoşîna gelê kurd.”   ‘TIRKIYE DI SIYASETA DERVE DE TÊK DIÇE’    Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk jî diyar kir ku di demên dawî de Tirkiye siyaseta ku li derveyî sînorên xwe bi rê ve dibe têkçûyî ye û nikare bi vê polîtîkayê bi ser bikeve. Ozturk da zanîn ku desthilatdariya Tirkiyeyê bi polîtîkayên “ewlekariyê” nêzî pirsgirêka kurd dibe û got: “Em naxwazin budçeya Tirkiyeyê li ser şerê li dijî kurdan bê xerckirin.”    OZTURK: TIRKIYE NIKARE BI ŞER MESELEYA KURD ÇARESER BIKE    Ozturk anî ziman ku Tirkiye bi her êrişên nû re dikeve nava xitmandinek din û wiha got: “Polîtîkaya neçareserkirinê ya li ser meseleya kurd berdewam dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze bi tundî û şer meseleya kurd çareser bike. Lê tevgera kurd jî dibêje em vê meseleye bi aştî, diyalogê û müzakereye çareser bikin. Desthilatdariya AKP’ê bi Barzanî re hevdîtinê dike, lê gelo çim abi aliyên din ên kurd re hevdîtinan nake? Lewma eşkere tê xuyakirin ku dixwazin bi mudaxileya leşkerî meseleya kurd çareser bikin. Pirsgirêka kurd di nav sînorên Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê de meseleyek gelek mezin e. Ji bo vê yekê jî divê pirr mezin bê fikrandin û çareserkiyek mezin were peydakirin. Divê Tirkiye dest ji polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê berde. Şer tenê xerabiyê û xesarê dide gel. Tirkiye bi vî hişê neçareserkirina pirsgirêka kurd nikare bigihîje tu cihî. Divê em jî ji bo çareserkirina meseleya kurd têkoşînek yekgirtî bidin meşandin.”    MA / Esra Solîn Dal