Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator 2024-07-21 14:55:42 ÎDIR - Midûrê Emniyetê yê Îdirê Erden Sakarya çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên ji ber bi awayekî derusûlî girtibûn kar û karê wan hatibû bidawîkirin û got: “Her zexta ji derve li dijî we tê kirin dê ji hêla hêzên emniyetê ve bê berterafkirin.”  Şaredariya Îdirê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, gelek kesên di serdema qeyûm de bi awayekî derusûlî girtin kar û bêyî bixebitin mûçe werdigirtin, di 5’ê tîrmehê de ji kar avêt. Kesên demekî kin beriya hilbijartinê li kar hatibûn girtin, di 9’ê tîrmehê de li pêşiya şaredariyê dest bi provakasyonê kirin.    Midûrê Emniyetê yê Îdirê Erden Sakarya tevî rêveberên AKP’ê çû serdana van kesên behsa xeberê. Sakarya, li wir ji provakatoran re got: “Her zexta ji derve li dijî we tê kirin dê ji hêla hêzên emniyetê ve bê berterafkirin.”