Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da 2024-07-21 17:12:12   ŞIRNEX - Endezyarê ku ji ber wergerîna kuleya sondajê ya li qada lêgerîna neftê ya li Çiyayê Gabarê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.    Li qada lêgerîna petrolê ya li Çiyayê Gabarê yê li Şirnexê kuleya sondajê wergeriya. Di encama wergerîna kuleya li qada lêgerîna petrolê ya aydê Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) de 3 kes di bin kavil de man. Di mudaxileya ewil de 2 karker hatin xelaskirin. Endezyarê jiyana xwe ji dest da hêj di bin kavil de ye.    Karkerên bi birîndarî hatin xelaskirin sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin kirin.