Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene! 2024-07-22 10:08:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Telgrafeke di 19’ê îlona 1929’an de têkildarî Kurdistana Sor hatiye nivîsandin hat bidestxistin. Fikarên rejîma kemalîst heye ku kurd li Qefqasyayê statûyekê bi dest bixin.    Dîroknas Dr. Îsmet Konak ku Kurdistana Sor (1923-1930) lêkolîn dike, telgrafeke nû bi dest xist. Telgraf, di 19’ê îlona 1929’an de ji hêla Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ji bo Seferetxaneya Moskovê hatiye şandin. Di telgrafê de eşkere dibe ku rêveberiya kemalîst pir ji nêz ve bi meseleya Kurdistana Sor re eleqedar e û fikarên wê hene ku kurd muxtariyetê bi dest bixin.    Nirxandina Konak a têkildarî telgrafê wiha ye: “Kurdistana Sor di 16’ê Tîrmeha 1923’yan de li rojavayê Qerebax a Çiyayî weke ‘uzeyd (rûsî)’ hate tesîskirin. Ev herêma otonom girêdayî Komara Sovyet Sosyalîst a Azerbaycanê bû. Hem Lenîn hem jî serokê Konseya Komîserên Gel a Azerbaycanê Nerîman Nerîmanov pir ji nêz ve bi uzeyda behsa xeberê re eleqeder bûbûn. Paytexta Kurdistan Uyezdiyê rayona Laçînê bû. Li gel vê, rayonên Kubatli, Kelbecer û Zengîlanê jî di nava sînorên Kurdistana Sor de bûn. Dema mirov li nifûsa wê dinêre jî çendek dane hene. Etnografê Sovyetê G.F. Çursîn di sala 1924’an de diçe serdana herêmê û dibêje ku 44 hezar şêniyên xwecih hene û ji van 35 hezar jê kurd in. Li gorî daneyên hejmartina nifûsê ya di sala 1926’an de ji hêla Yekitiya Sovyetan ve hatiye kirin; li Kurdistan Uyezdiyê 51 hezar û 442 kes hene. Ji van 37 hezar û 470 jê kurd, 13 hezar û 520 jê tirk û yên din ermen bûn.    FIKARÊN ENQEREYÊ HENE   Kurdistan Uyezdî tenê 6 salan karî xwe li ser pêyan bigire. Îxtîmal hebû ku her tim bibe pariyê semasiyan. Li dora wê her çend komarên ‘sosyalîst’ hebin jî, di cewhera xwe de netewe-dewlet bûn. Di Kongreya 4’emîn a Sovyetên Azerbaycanê ya di 8’ê nîsana 1929’an de biryar hate dayîn ku Kurdistan Uzeydî were rakirn. Di vê navberê de li Azerbaycanê 13 uzeyd hatibûn rakirin û li şûna wan 8 ‘okrug’ hatibûn avakirin. Lê di nava van okrugan de Kurdistan tune bû. Kurdistan, girêdayî okruga Qerebaxê hatibû kirin. Lê belê çendek meh piştre ji bo avakirina ‘okruga Kurdistanê’ nîqaş hatibûn destpêkirin. Wisa xuya dike ku rêveberiya Enqereyê ev pêvajo gav bi gav şopandiye.    Bala rejîma kemalîst li ser kurdên Sovyetê bû. Ji ber ku rejîm paranoyak bû û ‘kurdofobî’ xistibû ruhê xwe. Ev telgrafa ku Wezareta Karên Derve di gulana 2023’yan de biryara wê ya nepeniyê rakir, di esasê xwe de asta kudofobiyê jî radixe ber çavan. Wezareta Karên Derve di 19’ê îlona 1929’an de ji Sereferxaneya Moskovê (Di vê serdemê de sefîr Huseyîn Ragip Baydur e) re ev telgraf nivîsandiye. Di telgrafê de tê gotin ku dê Kurdistana xweser were avakirin û paytexta wê jî ‘Mînkend’ be. Tişta ku li vir weke Kurdistana xweser tê behskirin, li gorî me okruga Kurdistanê ye. Mînkend jî gundekî pir pêşketî yê girêdayî Laçînê bû. Yek ji aliyên balkêş ê telgrafê jî ew e ku dibêje sînorên okruga Kurdistanê dê heta Genceyê dirêj bibin û kurdên li Genceyê jî dê daxilî vê otonomê bên kirin. Bi taybet jî xisûsa Genceyê di serê rejîma Enqereyê de fikarên mezin çêkiriye.    BÊHÊLÎNHIŞTINA KURDAN    Wezareta karên derve di telgrafê de ji Baydur dixwaze ku lêkolînê bike û derheqê mijarê de agahiyan bide. Di esasê xwe de em bi ‘rezaleteke’ netewe-dewletê re rû bi rû ne. Armanca bêstatûhiştina kurdan a li welatekê din û hewldanên ji bo vê, armanceke rezîl e. Armanca esasî ya netewe-dewleta tirk jî bêhêlinhiştina kurdan e. Ev feraset heta roja me jî didome. Dema peyva kurd tê gotin, di hizra netewe-dewleta tirk de tenê peyva ‘tunekirinê’ tê. Ev telgraf jî yek ji nîşaneyên wê ye.    OKRUGA KURDISTANÊ   Tevî her tiştekî jî okruga Kurdistanê di 25’ê gulana 1930’an de hate avakirin. Lê temenê wê zêde dirêj nebû. Konseya Komîserên Gel a SSCB’ê û MYK’a Partiya Komunist di 23’yê tîrmeha 1930’ê de bi biryareke hevpar okrug ji statûya rêveberiyeke îdarî derxistin û li şûna wan rayon ava kirin. Li Komara Sovyet a Azerbaycanê jî rayon hatin avakirin lê di nav de Kurdistan tune bû. Ji hêlekê ve mirada rêveberiya Enqereyê hasil bûbû. Piştre jî li dijî kurdan lez dan polîtîkaya ‘Azerbaycanizasyonê.’ Heke nepeniya li ser belgeyan were rakirin, dê rola Tirkiyeyê ya di mijara Kurdistana Sor de bêhtir şênber bibe.”    Telgraf wiha ye:    Midûriyeta Siyasî ya Karên Derve    Ji Seferatxaneya Moskovê re;    Li gorî nivîsa bi dîroka 17’ê tebaxê ya ji nûnertiya Azerbaycanê hatiye, dema qala muxtariyeta li Qerebaxê hatiye avakirin tê kirin, li gel muxtariyetê di heman demê de muxtariyeta Kurdistanê yan jî rêveberiya îdareya muxteriyetê ku navenda wê ‘Mînkend’ e tê avakirin. Tê gotin ku sînorên vê muxtariyetê heta Genceyê dirêj dibin û kurdên li Genceyê jî digire nav sînorên xwe. Em rica dikin ku têkildarî vê meseleyê lêkolîn bê kirin û agahiyên hatine komkirin ji me re bên şandin.    Keşîdeya wê    19’ê Îlona 1929’an”