Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn 2024-07-22 14:02:30   STENBOL - Kemal Turker di 44’emîn salvegera mirina xwe de, li ser gora xwe hate bîranîn. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû anî ziman ku ew ê bi meşîna ser rêç û xeta ji wan re hatiye hiştin meşînê têkoşînê xurt kirine.    Avakar û serokê yekem ê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kemal Turker di 44’emîn salvegera qetilkirina xwe de, li ser gora xwe ya li Goristana Topkapiyê hate bîranîn. Nûnerên sendîka û partiyên siyasî tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de pankarta “Em ê Kemal Turker nedin ji bîr kirin” hate vekirin û dirûşmên “Kemal Turker nemir e” û “Kemal Turker di şerê me de dijî” hatin berzkirin.    Piştî rêzgirtinê Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Yekgirtî ya Metal Îşê (Bîrleşîk Metal-Îş) Ozkan Atar destnîşan kir ku Turker ne tenê têkoşîna aborî û demokrasiyê da û wiha axivî: “Ew xwest ji bo cîhanekî bêyî çîn û mêtingerî têkoşîya û van xeyalên xwe di nava xebatên sendîkayê de bi cih kir.”   ‘EM TÊKOŞÎNA GUHERîNÊ PERGALÊ DIDIN’   Piştre Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû axivî û ev tişt anî ziman: “Îro di dahatuyê de, bacê de bêedaletî zêde bûye, karker mehkûmî mûçeya kêmtirîn bûne, teqawid neçarî jiyana di bin 10 hezar lîreyan de bûne. Em li ser rê û xeta Turker û hevalên wî de dimeşîn û têkoşînê mezin dikin. Ji ber çerxa hatiye avakirin dewlemendan dewlementir, xizanan xizantir dike. Ev pergal hemû nirx û xweşikiyên vî welatî ji holê radike, em ê bi hêza wan ji bo guherandina vê pergalê têdikoşin. Li dijî hemû zextan DÎSK mezin dibe, nûnerên sendîkayan zêde dibin. Têkoşîna Kemal Turker, nirxên ji me re hiştine, îro ronîkirina riya me didomînin.”   Bîranîn bi danîna qurnefîlên ser gora Turker, bi dawî bû.