Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin 2024-07-22 20:10:46   MÊRDÎN - Cenazeyê Abdûrrahîm Yuksel ê li girtîgehê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, li bajarê xwe hate veşartin.    Girtiyê edlî Abdûrrahîm Yuksel ê hate îdiakirin ku di 20’ê tîrmehê de li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Rihayê xwe şewitandiye, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku ji ber Yuksel li qawişa lê şer kiriye, xistine hucreya yek kesî û li vir xwe şewitandiye.    Cenazeyê Yuksel ji morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê hate wergirtin û li gundê Dengiza yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê hate veşartin. Ji bo Yuksel li gund şîn hate danîn.