Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin 2024-07-23 09:18:39   ANTALYA - Servet Kaya yê ji Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hate berdan, anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê belavî hemû girtîgehan bûye, mafê tedawiyê tê astengkirin û girtiyên li dijî pêkanînên ku digihin asta tacîzê derdikevin diavêjin hucreyan.    Servet Kaya yê piştî di sala 2017’an de li Amedê hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin, bi rêzê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê hate ragirtin. Kaya, herî dawî di meha kanûna 2021’an sewqî Girtîgeha Tîpa S a Manavgat a Antalyayê hate kirin. Kaya, di 10’ê tîrmehê de ji vir jî hate berdan. Kaya, binpêkirinên li girtîgeha ku jê hate berdan vegotin.    JI TEDAWIYÊ RE ASTENGÎ, CEZAYÊ HUCREYÊ Û LÊPIRSÎN    Kaya, diyar kir ku bi taybetî di saetên şevê de bi ser qawişan de tê girtin û dixwazin “provokasyonan” bikin û got: “Nîvî şevê tevî ku tu rewşek nîne jî di bin navê ‘lêgerînê’ de tên odeyan belav dikin, hewl didin bingeha provokasyona ku bigihe asta tahrîkê ava bikin. Bi vî awayî hewl didin bingeha pêkanîna tundiya psîkolojîk û fizîksel ava bikin.”   Kaya, da zanîn ku di mijara xwe gihandina tedawiyê de pirsgirêk derdikevin, girtiyên siyasî bi cihekariyê re rû bi rû dimînin û bi lêv kir ku bi hin hincetan sewqên revîr û nexweşxaneyê yên girtiyan bi mehan tên derengxistin. Kaya, axaftina xwe wiha domand: “Bijîjk jî dema rewşên lezgîn çêdibin gelemperî sewq dikirin nexweşxaneyan. Di rewşeke wiha de jî kêmî 7-8 mehan te nabin nexweşxaneyê. Di birina nexweşxaneyê de jî lêgerînên ku digihin asta tacîzê tên kirin. An tu dê van ferzkirinan qebûl bikî an jî dê mafê te yê tedawiyê were astengkirin û te nabin nexweşxaneyê. Dema tu neçî nexweşxaneyê jî cezayê hucreyê li te dibirin û derbarê de lêpirsîn tê destpêkirin.”    ‘TECRÎD BELAV BÛ’    Kaya, bal kişand ku tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 40 meh in agahî jê nayên wergirtin belavî girtîgehan bûye û ev tişt gotin: “Pêkanîna tecrîdeke wiha giran a li ser şexsiyetekî ku kurdan ji xwe re weke pêşeng destnîşan kiriye xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Bi mebesta qedandinê û parçekirinê ye. Polîtîkayeke ku li dijî îmhayê pêş dikeve ye. Girtîgeha Manavgatê û hemû zindanên din ji polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê nesîbê xwe digirin. Polîtîkayên ku li Îmraliyê tên pêşxistin li hemû zindanan zêde dibin.”   ‘BÊYÎ KU BIBE DEREND DIVÊ MIROV BIKEVE NAVA TEVGERÊ’    Kaya, bal kişand ku Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên li girtîgehan hatine avakirin pêkanînên tecrîdê kûrtir kirine û li dijî pêkanînan qala girîngiya têkoşîna demokratîk kir. Kaya, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê êdî her kesek dengê xwe derxîne. Bi gelê kurd û mirovên ku gelê kurd weke xwişk û bira dibînin re dikarin kampanyayên îmzeyê bên destpêkirin û meş bên lidarxistin. Dikarin biçin zindanan û hesaba polîtîkayên tecrîdê bipirsin. Heta ku dereng nebe ji bo hin gav bên avêtin divê ji niha ve bikevin nava liv û tevgerê. Em rewşa heyî qebûl nekin jî di hin rewşan de bi paş ve man, kêm man. Ji bo ku bi temamî me têkoşîn û berxwedana vê bi pêş ve nebir polîtîkaya tecrîdê heta îro pêk tê.”