Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin 2024-07-23 15:36:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Nîjadperestên tirk li bajarê Îzmîrê êrişî zarokê bi navê Izedîn El Esanî (15) ê sûriyeyî kirin. Rewşa El Esanî giran e.    Li gorî agahiyên nûçeya ANHA’yê parve kiriye, zarokê bi navê El Esanî bi malbata xwe re li bajarê Kayseriyê dima lê belê piştî ku li dijî sûriyeyiyan tundiyê li wî bajarî dest pê kir, destpêka tîrmehê li Îzmîrê bi cih bûye.   Hate zanîn dema El Esanî karê şuştina erebeyan dikir, nîjadperestên tirk êrişî wî kirine û di encamê de El Esanî bi giranî birîndar bûye; hestiyê serî, poz û diranên wî şikestine.   Her wiha El Esanî ji ser hişê xwe çûye. Malbatê diyar kir ku bavê êrişkar gef li wan xwariye ku heke gilî bikin dê tevî kurê wan ê birîndar, wan ji Tirkiyeyê derxin.