Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan 2024-07-23 15:48:33   COLEMÊRG - Hakan Abî ku tehliyeya wî 5 caran bi hincetên cuda hatibû taloqkirin, hate berdan.    Hakan Abî ku di sala 2017’an de li Edîrneyê hatibû girtin û bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “binpêkirina sînor” 7 sal û 5 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Yozgatê hate berdan. Bi hinceta ku “poşmantî” red dikir, tehliyeya Abî 5 caran hatibû taloqkirin. Abî, duh bi şev hate berdan. Abî, li Colemêrgê ji hêla xizm û endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate pêşwazîkirin.    'BIJÎ BERXWEDANA ZINDANAN’    Abî, di pêşwazîkirinê de axivî û got ku kevneşopiya berxwedanê ya li zindanan didome. Abî, destnîşan kir ku AKP polîtîkayeke zextker a tevahiya demokrasiya Tirkiyeyê tune dike dimeşîne û ev tişt anî ziman: “Sedema esasî ya têkoşîna me, aştî û azadî ye. Lewma em di têkoşîna xwe de mafdar in. Bijî berxwedana zindanan.”    SOZA TÊKOŞÎNÊ    Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn jî wiha got: “Îro li zindanan berxwedaneke bêhempa heye. Mixabin sedema vê berxwedanê, têkoşîna li derve li dijî van zextan nayê kirin e. Bi saya rêhevalên me yên di zindanan de îro berê siyaseta Tirkiyeyê tê guherandin û bi saya têkoşîna wan ev zext tên têkbirin. Em soz didin hevalê xwe Hakan ku dê têkoşîneke layiqî berxwedana li zindanan bimeşînin.”