Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir 2024-07-23 16:23:53   WAN - Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kesên çop avêtine derdorê û hewl dan provakasynê pêk bînin, gilî kir.    Li Wanê hewldana avakirina danezanê ya ‘şaredarî xizmetê nake’ berdewam dikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dîmenên du kesên ku daran ziwabûyî û çopan diavêtin ser rêyê parve kir.    Şaredarî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di demên dawî de ser astengkirin û reşkirina xebatên şaredariyê hewldan hene û wiha hate gotin: “Kesên ku piştevaniya van hewldanan dikin, bi zanebûn hewl didin danezana ‘şaredariya bajarê mezin naxebite’ ava dikin. Îro (23’yê tîrmeha 2024’an) ev her du kesên nasnameya wan nediyar darên ziwa û çopan avêtin li pêşiya avahiyê Şaredariya Bajarê Mezin û hewl dan ku provakasyonekê li dar bixin. Ev kes hewl dana xebatên şaredariya me asteng bikin û hewl dane ku di raya giştî de aciziyê ava bikin.”    HATIN GILÎKIRIN   Di daxuyaniyê de hat gotin ku derbarê kesên hewl dane provakasyonê pêk bînin, gilî hatiye kirin.