Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin 2024-07-23 22:20:35   STENBOL - Di nobeta Şîşhaneyê de hate bilêvkirin ku dawiya kêmasiya demokrasiya li Kurdistanê tecrîd, komkujiya jinan, şer, bengitiya tiryakê ya ciwanan û bêkarî ye û wiha hate gotin: “Em qeyûman qebûl nakin.”   Nobeta ku Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhaneyê ya li Beyoglû ya Stenbolê dane destpêkirin di roja 42’yemîn de berdewam kir.  Di çalakiya ku tîşortên li ser “Qeyûm bicihime” li xwe hatin kirin de pankarta “Taksîm Colemêrg ên me ne, ji 1’ê Gulanê re azadî, qeyûm bicihime” hatin vekirin. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Qeyûm dê biçin em ê bimînin” hatin berzkirin.   Rêveberê DEM Partiyê yê Avcilarê parêzer Emrah Îrarslan ê di çalakiyê de axivî, anî ziman ku dê li dijî rejîma qeyûm têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û wiha got: “Bila vê baş bizanin ku ev berxwedan dê bi dawî nebe.” Rêveberê DEM Partiyê yê Bahçelîevlerê Suleyman Çelîk jî diyar kir ku rejîma qeyûm qebûl nakin û ev tişt got: “Em xespa li dijî vîna gel hatiye kirin qebûl nakin.”   ‘PIŞTGIRIYA FIHÛŞ Û TIRYAKÊ DIKE’     Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Aygul Sîncar jî diyar kir ku di “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” ku di 30’ê hezîranê de ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve hate destpêkirin de cih girtiye û çavdêriyên xwe yên di meşê de û agahiyên welatiyên li herêmê pê re parvekirine vegotin. Sîncar di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Gotin ku qeyûm tiştekê nake tenê nelirêtiyê dike û piştgiriya şerê taybet dike. Qeyûm piştgiriya fihûş û tiryakê dikin. Ev gel we li ber çavan nagire.”   ‘EM QEBÛL NAKIN’     Sîncar, anî ziman ku xespa li dijî mafê bijartin û hilbijartin hatiye kirin qebûl nakin û wiha got: “Em di sala 2024’an de ne hêj qala mafê bijartin û hilbijartinê dikin. Kêmasiya demokrasiyê ya li Colemêrgê û Kurdistanê bibînin. Ev zincîreke; dawiya wê tecrîd, komkujiya jinan, şer, bengitiya tiryakê ya ciwanan û bêkarî ye. Em qeyûman qebûl nakin.”   Nobet bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan bi dawî bû.