Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû 2024-07-23 23:12:19   ENQERE - Pêşnûmeqanûna ku qetilkirina heywanên li kolanan diparêze, Ji Komîsyona Çandinî, Daristan û Karên gundan derbas bû.    Di Komîsyona  Çandinî, Daristan û Karên gundan a Meclisê de hevdîtinên têkildarî heywanên kolanan a “Pêşnûme qanûna li ser guhertina qanûna parastina heywanan” ku ji 17 xalan pêk tê bi dawî bûn. Hevdîtinan 3 rojan bi komî 42 saetan berdewam kirin. Pêşnûmeqanûna hatiye qebûlkirin ji bo bê pejirandin dê bê Lijneya Giştî ya Meclisê.    Gotina “Yên tên rehabîlîtekirin a di xala 4’emîn a pêşnûmeqanûna ku Berdevka TÎP’ê Sera Kadigîl anî rojevê de cih digirt weke “Kuçikên tên rehabîlîtekirin” hate guhertin û pisîk derveyî pêşnûmeqanûnê hatin hiştin.