Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê 2024-07-24 09:02:24   STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Alî Çelebî anî ziman ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê li ber kendal e û wiha got: “Divê rojnamevan û rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê di nava piştevaniyê de bin.”   Di 24'ê Tîrmeha 1908'an de dema ku Meşrîtiyet hat ragihandin, rojnamevanan biryar girt ku rojnameyên xwe nîşanî lijneya sansûrê nedin û nehêlin karmendên sansûrê bên buroyên wan. Ev dîrok, an ku 24'ê Tîrmehê di sala 1948’an de bi biryara Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGC) wekî ‘Cejna Çapemeniyê’ hat ragihandin. Lê piştî îlankirina rêveberiya awarte ya di sala 1971’an de zextên li dijî rojnamevanan zêde bûn. TGC bi biryara wergirtî 24’ê Tîrmehê weke “Roja Têkoşîna Ji Bo Azadiya Çapemeniyê” bi bîr anî.    Rojnamevan 24’ê Tîrmehê ku wekî Cejna Çapemeniyê jî tê binavkirin, bi pirsgirêkên giran pêşwazî dikin. Beşeke mezin a medyayê di bin kontrola desthilatê de ye. Rojnamevanên mûxalîf jî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi sansur, binçavkirin, girtin, doz û lêpirsînan re rû bi rû ne.   Li gorî daneyên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ji sala 2002’yan heta niha herî kêm 894 rojnamevan hatin girtin. Tenê di 4 mehên ewil ên sala 2024’an 8 rojnamevan hatin girtin û niha 45 rojnamevan jî di girtîgehê de ne. Bi dehan rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine tên darizandin. Herî dawî di 3’yê tîrmehê de ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim re 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Di 13’ê tîrmehê de jî rojnamevan Sadik Topaloglû hat girtin.   ÇELEBÎ: TU CARAN CEJNA ÇAPEMENIYÊ ÇÊNEBÛ   Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Alî Çelebî, zextên li ser rojnamevanan nirxandin. Çelebî, anî ziman ku li Tirkiyeyê tu caran “Cejna Çapemeniyê” çênebû û anî ziman ku polîtîkayên zext û sansurê yên di serdema Osmaniyê de diqewimîn di serdema komarê de jî berdewam kirin.    ‘ÇAPEMENIYA AZAD FERASETA YEKPERESTIYÊ PÛÇ KIR’    Çelebî, anî ziman ku bi yekdestiya medyayê re di salên 90’î kevneşopiya Çapemeniya Azad weke “Stêrka Bakur” dibiriqî û bi lêv kir ku Çapemeniya Azad di salên 90’î de di medyayê de feraseta yekperestiyê pûç kir û rêyeke cuda da dîroka çapemeniya tirk. Çelebî da zanîn ku Çapemeniya Azad di arkeolojiya çapemeniya Tirkiyeyê de cihekî girîng girt.    SERDEMA AKP’Ê    Çelebî, anî ziman ku piştî ku AKP di sala 2002’yan de bû desthilat ji sedî 90’î medyayê bû yekperest û wiha got: “Di serdema AKP’ê de zext û kontrola li ser medyayê zêdetir bû. AKP'ê medyaya sereke ya heyî jî bi rengekî ku li gorî wê be ji nû ve bi rêxistin kir. Di vê serdemê de desthilatê medyayeke ku leşker û burokrasiya sivîl piştgiriya wê dikin ava kir. Desthilatê bi avakirina pergala xwe ya propagandayê ya bi medyayê re dest bi pêkanîna cureyekî ‘tu bi xwe lê bide tu bi xwe bilîze’ kir. Di vê pêvajoyê de dengê gel û dengê kolanê ji aliyê çapemeniyê ve hate birîn. AKP desthilata xwe bi rêya çapemeniyê xurt dike û rastiyên civakî vedişêre.”   ‘AZADIYA ÇAPEMENIYÊ LI BER KENDAL E’    Çelebî, yê bal kişand ku Çapemeniya Azad û mûxalîf ji bo ku rastiyan dinivîsin her tim di bin zexta darazê de ne, geşedanên di demên dawî de bi bîr xistin û wiha got: “Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê li ber kendal e. Di vê hawîra tarî de divê Çapemeniya Azad her tim dengê xwe bilind bike, li dijî her cura zextê li ber xwe bide û demokrasiyê biparêze. Çapemeniya Azad ne tenê ji bo rojnamevanan ji bo karkeran, karmendan, jinan, sendîkayan û hemû gelan mekanîzmayeke parastinê ye. Çapemeniya Azad yek ji kevirên herî girîng ên civakên demokratîk e û ji ber vê yekê zextên bênavber li ser Çapemeniya Azad hene.”   ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR’    Çelebî, anî ziman ku azadiya çapemeniyê tê wateya avakirina civaka demokratîk û wiha berdewam kir: “Serdestiya li ser çapemeniyê bi rêbazên wekî girtina rojnamegeran, girtina organên çapemeniyê û zextên aborî tê avakirin. Azadiya çapemeniyê mafê gel ê agahîwergirtinê diparêze û pêkanînên desthilatê kontrol dike. Ji bo vê jî ji bo ku çapemenî serbixwe bimîne divê têkoşîneke xurttir bê dayîn. Divê rojnamevan û rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê di nava hevgirtinê de bin, têkoşîna hiqûqî bidin û raya giştî biafirînin. 24’ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê rojeke sembolîk a têkoşînê ye û tê wateya parastina azadiya çapemeniyê, parastina demokrasî û mafên mirovan.”   MA / Ferdî Bayram