Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne 2024-07-24 09:30:27   ERZIROM - Welatiyên li navçeyên Tatos û Qereyaziyê ji lêhiyê bandor bûne li benda piştevaniyê ne.    Di 8’ê tîrmehê de li navçeyên Tatos û Qereyazî yên Erziromê de ji ber barana zêde lêhî rabû, di encama lêhiyê de kesekî jiyana xwe ji dest da, gelek avahî jî zirar dîtin. 5 gov û xaniyek bi temamî hilweşiyan, zeviyên çandiniyê û rêyên taxan di bin avê de man, gelek sewal ber bi ava lêhiyê ketin û mirin. Tevî ku bi ser lêhiyê 17 roj derbas bûn, tu kes neçû hawara gelê li herêmê. Tenê konteyner danîn li taxekî. Hat destnîşankirin ku li li taxa Kurdîkan a navçeya Qereyaziyê û taxa Mêrxok û Melemihemed ên navçeya Tatosê tespîta xesarê jî nehat kirin. Gelê bi xusara lêhiyê re tenê hatiye hiştin, li bendê ye ku mexduriyeta wan were çareserkirin.    RÊ Û BINESAZÎ ZIRAR DÎTIN   Adem Eren ê ji taxa Kurdîkan anî ziman ku cezaneyê Yakûp Eren ê şivanetiya sewalên xwe dikir 30 kîlometreyan dûrtir, li sînorê navçeya Dutaxê hatiye dîtin. Eren derbarê zirara dîtine ev tişt gotin: “Zevî, bostan û çêre zirarekî mezin dîtin. Me sewal xelas kirin lê belê ji ber çêre zirar dît, em nikarin li wan binêrin. Ji ber li taxê pir tune bû ava lêhiyê zirarekî mezin da. Li taxê boriyekî biçûk a kanalîzasyonê hebû, me wê wek pir bi kar dianî, ew jî ji ber ava lêhiyê hilweşîya. Em li bendê ne ku rayedar demildest rê û binesaziyê sererast bikin.”    PIRSGIRÊKA AVA VEXWARINÊ HEYE   Keyayê taxa Kurdîkan Alî Saîd Ozdemîr jî diyar kir ku li taxê 4 gov û xaniyek bi temamî hilweşiyane, li malan xesarên mezin çêbûne û lewma 30 kes di konteyneran de dimînin. Ozdemîr da zanîn ku divê demildest xanî û govên hilweşiyane werin çêkirin û wiha got: “Divê binesazî were sererastkirin. Mizgefta me jî xesar dît. Pirsgirêka me ya ava vexwarinê jî heye.”    ZIRAR 1,5 MÎLYON LÎRE YE   Keyaya taxa Melemihemed, Mûhammed Sariyer jî got ku li taxê, ji ber lêhiyê kesek jiyana xwe ji dest neda lê belê xanî û gov bi qasî ku nayên bikaranîn zirar dîtine û wiha axivî: “Di zeviyên çandiniyê de zirarekî mezin çêbû. Ji ber zevî zirarekî mezin dîtin, em nikarin ji sewalan re çêre jî peyda bikin. Hema bêje li her govekî de bi qasî 350-400 hezar lîre zirar çêbû. Li taxa me ji sala 2019’an ve Projeya Parastina ji Lêhiyê di rojevê de ye û divê ev proje têkeve meriyetê. Divê kesên ku ji ber lêhiyê zeviyên wan zirar dîtine, zirara wan were temînkirin. Li zeviyên çêreyê zirarekî mezin çêbû. Nêzî 500-600 donim zevî di bin avê de man. Zirar 1, 1,5 mîlyon lîre ye.”   Welatiyên xwestine zirara wan di demekî nêz de werin çareserkirin û ji bo sewalên xwe binêrin jî daxwaza piştevaniyê kirin.