Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin 2024-07-24 11:30:53   ENQERE - Tehliyeya Serdar Şîtîlay ê 30 sal in girtî ye cara sêyemîn ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Hat zanîn ku li ser pirsa “Dema derketî dê çi bikî?” Şîtîlay bersiva “Ez ê ji bo azadiya gelê xwe siyasetê bikim” daye û bi vê hincetê tehliyeya wî hatiye taloqkirin.    Girtiyê siyasî Serdar Şîtîlay li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin û Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê cara 3’yemîn tehliyeya wî taloq kir. Şîtîlay, di 1993'yan de li Amedê hate binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. 1’emîn Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) di 9’ê gulana 1994’an de bi îdiaya “Xwest beşeke xaka dewletê cuda bike” cezayê muebbetê li Şîtîlay birî.    Şîtîlay, cezayê 30 salan di 5’ê nîsana 2023’yan de temam kir. Ji bo tehliyeya Şîtîlay 2 roj mabûn ku derxistin Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê. Li dijî zexta “poşmantiyê” Şîtîlay got: “Ez naguherim. Heke di vê mijarê de bendewariyeke we ji bo min hebe, ev vala ye. Di navbera Serdarê 30 sal berê û yê niha de tu ferq nînin. Di roja ewil de baweriya min a bi nirxên min çi be îro jî heman e.” Piştre jî pirsa “Heke tu derketî derve dê çi bikî?” ji Şîtîlay hate kirin. Şîtîlay jî wiha got: “Bavê min nexweş e, niyeta min heye li wî binêrim. Her wiha heke firsendê bibînim dê ji bo azadiya gelê xwe siyasetê bikim. Divê mirov binakok nebe û xiyanetê li nirxên xwe neke.”    Di rapora lijneyê de Şîtîlay got ku dema dibistana amadehî dixwend hatiye girtin, li girtîgehê gelek pirtûk xwendine, bi rêya TV, radyo û pirtûkan geşedanên li derve şopandiye. Lijneyê di rapora xwe de destnîşan kir ku Şîtîlay lêgerîn asteng nekiriye, gef li personelan nexwariye an jî neketiye nava tevgerên zorê dide xebatkaran. Şîtîlay gotibû ku dema derket dê li ser bingeheke qanûnî siyasetê bike lê di raporê de hat îdiakirin ku dema derket nizane dê çi bike.    'DÊ NEKARE ENTEGREYÎ CIVAKÊ BIBE’   Her wiha lijneyê diyar kir ku sînorê puana nirxandina “başhaliyê” 45 e û puana Şîtîlay 46 e; puana nirxandina serdemê ya Şîtîlay jî 51 e. Lê tevî van jî lijneyê îdia kir ku “heke Şîtîlay derkeve dê nekare entegreyî civakê bibe” û bi vê îdiayê tehliyeya wî ji bo 6 mehan taloq kir. Li dijî vê biryara ewil a taloqkirina tehliyeyê, Şîtîlay di 10’ê nîsanê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê da. Lê dadgeriyê biryar di cih de dît û serlêdan di 27’ê nîsanê de red kir. Îtîraza ji bo 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê jî hate redkirin.    ‘HÛN BI HEZARAN SALAN JÎ BIDIN FERQ NAKE’   Piştî taloqkirina 6 mehan, Şîtîlay di 2’yê cotmeha 2023’yan de dîsa derket pêşberî lijneyê. Ji bo daxwaza “poşmantiyê” wiha got: “Ev 30 sal in girtî me. Dema mijar bû azadiya gelê min, ne 6 meh hûn hezar salan jî dirêj bikin bo min ferq nake. Hûn ji min re dibêjin ‘xebatên siyasî neke, mîna kevirekî bijî. Min berê jî got; ez ê karên di çarçoveya qanûnî û demokrasiyê de bikim.” Lijneyê jî îdia kir ku “Şîtîlay poşman nîne û heke tehliye bibe dê di nava PKK’ê de xebatan bidomîne” û tehliyeya wî careke din ji bo 6 mehan taloq kir. Îtîraza ji bo dadgeriya înfazê û dadgeha cezayên giran hatin kirin jî hatin redkirin.    CARA SÊYEMÎN ASTENG KIRIN   Dema taloqkirina tehliyeyê di 2’yê nîsana 2024’an de temam bû û îcar pirseke weke “Gelo bombe avêtina cihekî, şerkirin tiştekî asayî ye?” ji Şîtîlay hate kirin. Şîtîlay jî got: “Heke ji hêla maf û azadiyan ve tu derfet neyên dayîn, ma dê mirovek çi bike?” Lijneyê, cara sêyemîn tehliyeya Şîtîlay taloq kir. Îtîrazên Şîtîlay ên ji bo dadgeriya înfazê û dadgehê hatin kirin jî hatin redkirin.    SERÎ LI ÎHÎK Û WEZARETÊ DAN   Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Adalet Kaya û Newroz Uysal têkildarî mijarê serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan. Parlamenteran bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne, pêşnûme dan. Di serlêdanê de hat xwestin ku aliyên li dijî PMME û peymanên navneteweyî were lêkolînkirin, biryarên vê lijneyê yên mafên azadî û ewlehiyê yên girtiyan binpê dikin bên lêkolînkirin û di vê mijarê de xebat bên destpêkirin.    PIRSÊN JI WEZAERETÊ KIRIN    Ev pirs ji wezeretê hatin kirin:    *Di mewzûatê de poşmantî weke ‘muesseseya hiqûqa cezayên maddî’ hatiye sererastkirin. Gelo ma mimkine ku poşmantî bibe şertê sereke yê rejîma înfazê?    *Divê mijara poşmantiyê ji hêla dadger ve bê nirxandin lê lijneya îdarî li dijî girtiyan bi kar tîne. Gelo ma ev ne li dijî ‘qedexeya nirxandina mukerrer’ e?    *Heta niha tehliyeya çend girtiyên tevî puana baş a Rapora Nirxandina Başhaliyê jî hatine taloqkirin?    *Îxtîmala pirsgirêka entegrasyonê ya girtiyekî ku ne di înîsiyatîfa girtî de ye, li gorî çi dibe sedema taloqkirina tehliyeyê?    *Wezareta qebûl dike ku li girtîgehên di bin serweriya dewletê de avadaniya rêxistinê heye? Heke nebe, wê demê ev lijneye li gorî çi dibêjin ‘tev li çalakiyên rêxistina terorê bûye’? Heke ev çavdêrî kiribe, çalakiyên ku dibêje ‘çalakiyên ji hêla rêxistina terorê ve hatine kirin’ kîjan in?”    MA / Mehmet Aslan