DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne 2024-07-24 12:00:00   ENQERE - DEM Partî têkildarî Roja Têkoşînê ya ji bo Azadiya Çepemeniyê daxuyanyekî nivîskî parve kir û wiha got: “Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels tam pêk tîne, destûr nade ku medyaya di bin kontrola wan de dengekî biçûk ê cuda jî derbixe.”    Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsyar ê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayyîp Temel bi boneya Roja Têkoşînê ya ji bo Azadiya Çepemeniyê daxuyaniyekî nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Cejna Çapemeniyê ku bi rakirina sansurê ya 24’ê tîrmeha 1908’an hate îlankirin, dîsa jî wek cejnekê derbas nabe. Em vê rojê wek roja li dijî zext û êrişên ser çapemeniyê û azadiya xwe îfadekirinê, pêşwazî dikin.”    ‘SANSÛR JI DEMA ABDULHAMÎT BER BI ÎRO VE NEQEDIYA’   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Helbet têkoşîna rojnamegerên di dema Abdulhamît de dane meşandin girîng e, lê belê zext û sansurên ser çapemeniyê ji wê rojê heya îro li Tirkiyê qet bi dawî nebûn. Tenê êrişên 22 salan a desthilatdariya AKP’ê û têkoşîna li dijî vê yekê tê dayîn nîşaneya vê yekê ye.    Ji 24’ê tîrmeha 1908’an ber bi îro ve ev 116 sal in ne tenê rojnameger, her kesê ku difikire, kesên li pey şopa rastiyê de ne di bin êrişên giran de ne. Îro zorê li medyaya Tirkiyeyê dikin ku bibe dengê desthilatê û bibe bultena partiyê. Rojnamegerên ku rexne dikin ji hêla desthilat û alîgirên wan ve tên fîşkirin, navên wan tên lîstekirin, rastî êrişan tên, tên binçavkirin û girtin. Çapemeniya rexnegir tim di bin zext û êrişan de ne. Piraniya xebatkarên medyayê bêyî sendîka ne û bêyî peymana kar dixebitin. Bi OHAL’a 20’ê tîrmehê hatiye îlankirin û KHK’yên hatine derxistin dest danîne ser dehan saziyên çapemeniyê, 10 hezaran zêdetir rojnameger bêyî kar hatine hiştin.    Ji îro pê de ji sedî 95’ê medyayê di bin kontrola desthilatê de ye. Çapemeniya kurd û çepgiran jî di her demê de wekî ê din in, dibin hedefa êrişan. Qanûna Dezenformasyonê ji bo desthilatê tam bû qanûna hilberîn û sepandina dezenformasyonê. Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê rola Goebbels didomîne, destûr nade ku medyaya di bin kontrola wan de dengekî biçûk ê cuda jî derxîne.    EM LI CEM ROJNAMEGERÊN SER ŞOPA HEQÎQETÊ NE BIN   Tevî wê rewşê jî hebûna rojnamegerên azadiya çapemeniyê diparêzin, têdikoşin, li hemberî gef û êrişan heqîqetê dinivîsin, hêviyê dide. Bi zanebûna ku azadiya çapemenî û xwe îfadekirinê azadiya herî bingehîn e, em saziyên çapemeniyê û kedkarên çapemeniyê yên 24’ê Tîrmehê wek roja têkoşînê dihesibînin silav dikin. Em ê li cem sekinîna xwe ya rojnamegerên bedel didin, heqîqetê diparêzin bidomînin.”