Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan 2024-07-24 12:19:56 WAN - Ji ber sedemekî nediyar, sedan miriyên çêlikên qaqlîbazan, li peravên Girava Axtamarayê kom bûn.    Hewzeya Gola Wanê ji 475 cureyên çûkan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, 223’yê wan li dora xwe dihewîne. Hat dîtin ku sedan çêlikên qaqlîbazên tenê li dora Behra Wanê tên dîtin li peravên Girava Axtamarayê wek mirî hatin dîtin. Sedema mirina çêlikan nehat zanîn. Hat zanîn ku têkildarî mijarê tu lêpirsîn nehatine destpêkirin.    Berî niha jî li derdorê girava Adir, Çarpanak û Gola Sixkê mirinên qaqlîbazan hatibû dîtin lê belê yekem carê li dora Girava Axtamarayê ewqas mirinên komî  tê dîtin.