Parvekirina trol wek delîl hat hesibandin: 4 kesên govend gerandine hatin girtin 2024-07-27 23:00:36   SÊRT - 2 jê zarok 4 kesên di dawetê de govend gerandine hatin girtin, li kesekê jî cezayê hefsa malê hate bîn. Dadgehê di biryara girtinê de parvekirina hesaba trol a “Ajans Mûhbîr” wek delîl hesiband.    Di dawetekî li navçeya Misircê de dîmenên govendê yên 2 jê zarok 6 kesan bi ser hesabên medya dijîtal hatin parvekirin. Piştî hedefnîşandanê, di serdagirtina malan ên li Êlih û Sêrtê de 5 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê. 5 kesên ku îfadeyên wan hetine girtin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgerî Îfadeyên A.T. (17), S.T. (17) Edanûr Taşkesen (19), Fîlîz Taşkesen (42) Tulîn Taşkesen (21) girtin û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sûlh Cezayê ya Sêrtê kirin. Dadgehê dezayê hevsê da Fîlîz Taşkesenê û derbarê 4 kesên din de biryara girtinê da.    Dadgehê di biryara xwe de cih da dîmenên bi ser hesaba trol “Ajans Mûhbîr” hatiye parvekirin û dîmenê wek delîl hesiband.